“Dersên bijartî xapandinek e. Zimanê neteweyekê nabe dersa bijartî. Pêwîst e Kurdî bibe zimanê fermî.”
Li Tirkiyê ji bo serdema perwerde û hînkeriyê ya 2022-2023’yan şêwezarên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî jî di nav de serlêdana ji bo dersên bijartî di 3’yê Çileyê 2022’yan de dest pê kiribû. Serlêdan ji bo dersên bijartî wê heya 7’ê Sibatê bidomin.
Heta niha gelek derdor ji bo bijartina dersa Kurdî daxuyanî dane û didin.
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî jî têkildarî dersên bijartî got; “Dersên bijartî xapandinek e. Zimanê neteweyekê nabe dersa bijartî. Pêwîst e Kurdî bibe zimanê fermî.”
‘Wê kîjan mamoste perwerdeyê bidin?’
Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî, bi bîr xist ku ji roja ku dersên bijartî bûne rojev, heta niha gelek kes bang dikin ku dersa Kurdî bê bijartin. Ronî, destnîşan kir ku dersa bijartî ya Kurdî ne niha, ev 10 sal in di rojeva vî welatî de ye. Ronî, anî ziman ku ev yek ji aliyê hikûmeta niha ve hatibû kirin, lê heger dilsoz bûna jixwe dê heta niha çareser bikirana û got: “Wek lutûfekê pêşekeşî gelê Kurd kirin.
Di 10 salan de welatek ava dibe. 10 sal in dibêjin dersa hilbijarî, lê ev ne ji dil e, xapandin e. Ya duyem, we dersa hilbijartî 10 sal in pêşkeşî gelê Kurd kiriye, lê di van salan de we çend mamoste perwede kirin? Yan jî gava ev zarok dersa Kurdî bibijêrin, dê kîjan mamoste van zarokan perwerde bikin? Ev bi xwe dereweke mezin e û xapandin e.”
AKP sozên xwe binpê kirin
Ronî got, AKP ji bo desthilatdariya xwe gelek soz dane û piştî bûye desthilatdar, ew sozên xwe binpê kiriye: “Hikûmeta AKP’ê gava bû desthilatdar, gelek soz dan. Got, ‘Pirsgirêka Kurdî pirsgireka min e. Ez ê zimanê Kurdî bikim zimanê perwerdehiyê.’ Lê piştî ku bû desthilatdar, ew sozên xwe ji bîr kirin û got, ‘Kurd tine ne, ne zimanê Kurdî ne jî çanda Kurdî heye.’ Gelek rayedarên dewletê heta niha ceribandin ku zimanê Kurdî tine bihesibînin.”
Dibistanên Kurdî vekin
Ronî her wiha bi bîr xist ku dibistanên Kurdî hemû hatine girtin û xwest ev dibistan bên vekirin: “Piştî saziyên Kurdî perwerdeya ziman dan, di warê ziman de hişmendiyek çêbû û gel xwest bi serê xwe dibistanan veke. Milet bi xwe 3 dibistan vekirin. Yek li Amedê Dibistana Ferzad Kemanger bû; yek li Cizîrê Dibistana Bêrîvan bû û yek jî li Geverê Dibistana Dayika Uveyş bû. Dewletê bi xwe çênekiribû, gel bi derfeten xwe ew çêkiribûn. Lê dîsa jî tehemûl nekir. Ew dibistan di 2015-2016’an de girtin. Heger em qala xwişk û biratiya gelan dikin, nexwe pêwîst e çawa dibistanên zimanê Tirkî hene, divê yên Kurdî jî hebin.”
MA