Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xaniyên axîn berhemên civaka xwezayî ne û bitendurist in

26/01/2022
in Uncategorized
A A
Xaniyên axîn berhemên civaka xwezayî ne û bitendurist in
Share on FacebookShare on Twitter

Eyşa Îbrahîm ku xaniyê xwe bi axê çêkiriya got, min xaniyê xwe bi axê lê kir û ev çanmda me ye ji bo ev çand neyê jibîrkirin divê em biparêzin û lê xwedî derkevin.

 

Xaniyên ji axê yên berê li gundan dihatin çêkirin hem havînê hênik bûn, hem jî zivistanê germ bûn. Bêhna wan a xweş a ji axê, bi şerbata ku ji axa spî dihat çêkirin û li dîwaran dihat xistin (di cihê boyaxê de) xweştir dibû. Dikare were gotin ku ji bo mirov di hundir de jî dibû ‘bêhgirtin.’ Ev çanda xwezayî hê jî li gelek heremên Kurdistanê heye. Eyşa Îbrahîm yek ji jinên gundê Kortikê ye ku dikeve Rojhilatê Kobanê ye. Di ciwaniya xwe de malên bi axê lê dikirin, traktor diajot û mala xwe bi rêve dibir, bi tena serê xwe mala xwe bi axê ava kiriye. Ji ber ku jin nêzî ax û xwazayê ne, ji bo vê girêdana jinan bi xwazayê û axê re zêdetir dibe, ya xwedî li axê derdikeve û tiştan diafirîne jin e. Di civaka xwazayî de jinan xwe bi xwe amûr diafirandin. Bi rê û rêbazên cuda tişt digirtin dest, ji bo wê jî jin afrînerên civakê ne. Malên kelpîç an jî bi axê, ji demên civaka xwazayî de hatiye, li gorî derfetan şêniyan malên xwe ava kirine. Mirovan destpêkê di şikeftan de jiyana xwe didomandin, paşê ji ber hejmara zêde ya mirovan, mal bi axê û keviran hatin lêkirin. Mal bi nexş dihatin çêkirin.

 

“Ji bo tenduristiyê xaniyên axîn gelek baş in”

 

Eyşa di axaftina xwe de behsa lêkirina malên bi axê kir û wiha got: “Di destpêka mirovahiyê  de mal bi axê dihatin çêkirin, mal li gorî rewş û parastinê dihatin çêkirin. Ji destpêkê ve heya niha jî ya herî zêde kedê dide jin e, di dema me de amûr tune bûn, me av bi destan an jî kerê dikişand. Ji bo em xaniyekî çêkin, me kedeke mezin dida, ji ber ku ax û av jî hemû bi milan dihatin kişandin. Lê dîsa jî me nizanibû ku ev kar çawa dibe, ji ber ne tenê kesek dikir, me hemû jinan bi ruhekî komînal ew xanî ava dikir. Rojê me çend qor lê dikirin ji bo xwe bigre. Paşê amûr derketin holê, me tiraktorek kirî, min bi xwe diajot û karê malê hemû pê dikir. Malên bi axê di zivistanê de germ in û havînê jî sar in, ji bo wê em tu zehmetiyan nakşînin ji bo herdu werzan. Çêkirina wê zehmet e lê xweş e jî avê dikşînin, kah û xwê li nava hev dixin paşê celba xwe çêdikin û xaniyê xwe lê dikin. Dema me kelpîç çêdikirin jî me axa xwe dianî, amûrê ku em pê çêdikin ji text çêdibe lê ev kar bi mehan didomiya. Piştî ku kelpîç hişk dibûn me didan ser hev xanî dihat çêkirin.”

 

“Bêhna axê xweş e”

 

Eyşa teqez kir ku heya niha ruxmî vî temenî jî daxwaza wê ya çêkirina malên bi axê heye û wiha pêde çû: Ez gelekî ji axê hez dikim, ji ber ku em ji vê axê ne, car caran ez sibehê radibim û axê dikim celb, cihê ku xirab bûye yan jî dê hilweşe ez bi axê bi hev ve dikim. Her mirovekî hunereke xwe heye ya min jî çêkirina malan bi axê ye. Dema ku ez xaniyekî bi ax lê dikim ez kêfxwaş dibim, ji ber hilma wê û şeklê wê jî xweş e. Mirov dizane ku di cihekî xwezayî de dijî. Dûrê rutubet û sermayê ye, dema ku mirov di xaniyê axê de dijî wê demê di zivistanê de hacetî sobe û agir nake, ji ber ku bi xwe germ e. Mala min bi axê û keviran hatiye lêkirin, ne tenê ji bo xwe min ji bo lawirên xwe jî xanî çêkirin, ji mirîşkan, kewan, çêlek û dewaran re. Li her gundî ne mumkun e ku malên bi ax tunebin. Sal bi sal divê ev xanî bên çêkirin, ji bo bên parastin û hilma wan xweş bibe. Di werza biharê de li ser xaniyên bi ax şînahî derdikevin.”

 

“Parastina axê girîng e”

 

Eyşa anî ziman ku di dema şerê 2014’an de herî zêde xaniyên bi ax hatine hilweşandin lê ew hewl didin wan biparêzin û wiha bi lêv kir: “Ev çand me ji dapîr û bapîrên xwe girtiye. Li rex karê çolê min xanî lêdikirin, heya niha jî ez xaniyan lê dikim. Gelek kesan malên xwe bi şêweyên cuda çêdikirin, hin kesan wek max lê dikirin û hin kesan jî wek qube lêdikirin. Me li gorî rewşê malên xwe ava dikirin. Hemû mal bi hev ve girêdayî bûn. Li gundê me malên bi ax gelek in lê ji ber ku şer li van gundan çêbû, heya niha jî şer didome li derdora van gundan. Hin ji wan hilweşiyane û gelek kes jî ji gund derketine. Lê xwedîderketina li van xaniyan pêwîst e.”

 

JINHA

Post Views: 56
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.