Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Welatiyên Çemçemal, ji ber nebûna tûbên xazê bi daran xwarinê çêdikîn 

26/01/2022
in Uncategorized
A A
Welatiyên Çemçemal, ji ber nebûna tûbên xazê bi daran xwarinê çêdikîn 
Share on FacebookShare on Twitter

Tevî li navçeya Çemçemal ya Silêmaniyê, tûpên malan tê hilberîn û di warê xazê de dewlemend e, şêniyên wê ev hefteyek e nikarin betlek tûp bi dest bixin û diyar dikin ku ji ber nebûna tûpan, bi daran xwarina xwe çêdikin. Serokê Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê sedema kêmbûna tûpan ji aliyê welatiyan ve zêde bikaranîna wê dibîne.

Ev demeke weke bajarên din ên Herêma Kurdistanê li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê jî pirsgirêka kêmbûna tûpên malan heye. Lê rojane li heman navçeyê  ji aliyê Kargeha Kormor re hezar tom tûpa malan tê hilberîn. Lê niha welatiyên navçeyê bê tûp in û nêzî hefteyekê ye li benda betlek tûpên malan e.

Welatiyê Çemçemalê Serdan Ezîz got: “Ev demeke mîna krîzên din, krîza tûpên malan jî ji bo welatiyan derketiye. Lê Çemçemal xwedî kargeha herî mezin a hilberîna gaza xwezayî ye. Me li niha taxê betlên xwe yên vala anîne li ber derî. Ev du roje tûpê me xelas bûye. Sibehê zû ve me peywendî bi tûpfiroş dikin, lê bersiva me nade. Eger betla tûpa me ji bo tîjekirinê bibin, divê çend rojan li bendê bimînin heta tînin. Li ber nebûna tûpên malan welatiyan serî li şewitandina daran daye. Eger ceyran hebe, hîterê bi kar tînin.”

Ev çend roj in li Herêma Kurdistanê pirsgirêka kêmbûna tûpên malan derketiye ku yek ji pêwîstiyên sereke yên welatiyane. Lê, hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirinê xemsare û vê yekê ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bargiraniyek zêde çêkiriye.

Welatiya Çemçemal Nazdar Kerîm got: “Ev 4-5 roj in em li benda betlek tûp in. Ji ber nebûna tûpan, em nikarin bi tenorê nanî çêbikin. Neçar in nan bikirîn. Ji bo germkirin û xwarinê jî agiriyê supeyê bi kar tînin.”

Serokê Meclîa Parêzgeha Silêmaniyê Azad Hememîn red kir ku hilberîn û parvekirina tûpên malan kêm kirîne û got: “Agahiya me ji krîza tûpên malan heye. Hilberîna wê kêm nebûye. Li Silêmaniyê weke berê tê hilberîn ku 240 tone. Lê rêjeya wê weke xwesteka welatiyan nîne. Ji ber sedema kêmbûna neftê, xwesteka li ser bikaranîna tûpan zêde bûye. Ji ber zêdebikaranînê pirsgirêk derketiye.”

Azad Hememîn diyar kir ku Wezareta Çavkaniyên Xwezayî soz daye di nava vê mehê de ji bo Silêmaniyê tûpên malan zêde bike û got: “Rojane hezar ton tûp li Kargeha Kormor tê hilberîn. Ji vê 700 tonan didin Herêma Kurdistanê û 300 tonan ji derveyî Herêma Kurdistanê diroş in. Em dixwazin ya Silêmaniyê zêde bikin. “

Li navçeya Çemçemal 6 kargehên tîjekirina betlên tûpên malan heye. 5 kargehan destûra fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê heye û ser bi parêzgeha Silêmaniyê ne. Ya din jî destûra hikûmeta Iraqê heye û ser bi parêzgeha Kerkûkê ye.

Rojnews

 

Post Views: 33
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.