Li taxên Qileban û Rapiniyê yên navçeya Qileba, welatî hewcedariya xwe ya avê bi hêstiran pêk tînin.
Li taxên Qileban û Rapiniyê yên navçeya Qilaba ya Şirnexê, bi mehan e av hatiye qutkirin. Şêniyên her du taxan hewcedariya xwe ya avê heta niha bi tankeran pêk dianîn. Niha ji ber barîna berfê ev niştecih pêwistiya xwe ya avê bi hêstiran dibîn dikin. Welatiyekî ku bertek nîşanî vê rewşê da diyar kir ku bi zanebûn av nadin wan û ev tişt got: “Derfetên wan hene. Bi zanebûn avê nadin me. Bi mehan e em vê îşkenceyê dikişînin. Çare pir in, lê ji me re tune ne.”
ANF