Jiyan Ebas-Qamişlo
Dayîka Mihemed: Bila keyfa dijmin bi şehîdbûna ciwanê Kurd xweş nebe, heta mirinê wê tiliya me di çavê wan de be û emê di şopa şêhîdê xwe de bihêztir têkoşînê bikin.
Ev 40 sal in gelê Kurd ji bo jiyaneke birûmet û rizgariya welatê xwe li hemberî dagîrkeran têkoşînê dike û di vê têkoşînê de berdêlên giranbiha hatine dayîn û hê jî tên dayîn. Zarokên agir û rojê bêdudilî canê xwe kirin fedayê azadiyê. Ji bo azadiya Kurdistanê, bi dehhezaran zaroyên Kurdan şehîd bûne û yek ji wan şehîd Mihemed e ku bi ruhê xwe yê şoreşgerî bû dengê welatê xwe.
Bi xwîna xwe xaka welat av dan. Ji giyanê xwe bihatir nedîtin ku bikin goriyê azadiya gelê xwe. 12 hezar şehîd û 25 hezar birîndar ji bo parastina welat giyan û parçeyên laşê xwe kirin qurban. Bi xwîna xwe jiyaneke azad û aram ji gelê xwe re afirandin. Çawa ku welat di dilê wan de bû, bîranîna wan jî di dil û wijdan gêlê wan de ye. Ji ber wê di vê raporê de em şehîd Mihemed bîr tînin, ku 9`ê Cotmeha 2021`ê bi êrîşên balafirên bêmirov yên dewleta Tirkan ya dagîrker, li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo şehîd bû û da dû şopa hevalên xwe.
Mihemed Gulo 16’ê Tebaxa 2000’an li bajarê Qamişlo, di malbateke welatperwer de ji dayîk dibe. Biçûkê dayîka xwe ye. Kesayeteke dilpak û jîr e. Ji zaroktiya xwe ve Tevgere Azadiya Kurdisatê nas dike û pir jê hes dike. Ji xwendina xwe jî pir hes dike, lê sala 2014`an ji ber nijadperestiya mamosteyên rejimê ya li dijî xwendekarên Kurd xwendinê di nîvî de dihêle û tevlî refên YPG dibe û 6 salan di nava şervanên YPG`ê de kar û xebatê dike. Amadekariya xwe dike ku bizewice, lê di rojeke reş ya dîroka bajarê Qamişlo de (9’ê Cotmeha 2021’ê) di êrîşeke balafirên bêmirov ya dewleta Tirkan ya faşîst de ew, kal û xalê (Yusif Gulo û Mazlum Gulo) xwe şehîd dikevin.
Dayîka şehîd Mihemed, Cîhan Gulo bi hestekî welatparêzî axivî û wiha behsa keseyeta kurê xwe kir: ” Mirin tehl e, lê şehadet pîroz e. Şehadeta kurê min cihê serbilindiyê ye. Ez şehadeta wî li tevayiya gelê Kurd pîroz dikim. Mihemed kesayeteke civakî û devliken bû. Ji rastiyê hes dikir. Erê bi temenê xwe piçûk bû, lê bi mejî û fikrê xwe mezin bû. Di her qada jiyanê de cihê xwe çêdikir û cihê wî xuya bû. alîkariya her kesî dikir. Pir girêdayî hevalên xwe bû. Ez û wî weke du hevalan bi hev re bûn. Her dem di fikara hevalên xwe de bû. Dema temenê wî 14`e sal bûn tevlî refên YPG bû. Ev biryar ya wî bixwe bû û me jî bi kêfxweşî ev biryar qebûl kir. Piştî ku tevlî kar û xwebata têkoşina azadiyê bû, bi hêza xwe û bi rihê xwe yê fedayî, tevlî gelek operasyona bû. Herwiha tevlî şerê Serê Kaniyê, Til Berak, Kobanê û Efrînê bû. Daxwaziya wî her tim ew bû ku di çeperên şer de bibe pêşeng. Çimkî pir dilgerim bû. Her tim digot, ez Bavê Şêro me, li hemberî dijmin nawestim.
`Bila dijmin keyfxweş nebe, heta mirinê wê tiliya me di çavê wan de be`
Dayîka şehîd Mihemd êrîşên dewleta Tirkiyê şermezar kirin û wiha axivî: “Ev êrîş ji hêla dewleteke faşîst û terorist ve tên kirin. Ev êrîş êrişeke hovane bû her tim wê di dilê me de be, şehîdbûna kurê min ji min re birîneke bêderman e. Lê bila keyfa dijminan şehîdbûna zaroyên me neyê, heta mirinê wê tiliya me di çavê wan de be û emê li dû şopa şêhîdê xwe hê bihêztir têkoşînê bikin. Min soz da ku heta dawiyê li dû şopa wî bim û kar û xebatê azadiyê bidomînim. Ez dengê xwe bilind dikim heta ku bigihe dawiya cîhanê. Şehîdên têkoşîna azadiyê namirin. Wê bi azadiya gelê xwe re her tim bijîn.
Herwiha birayê şehîd Mihemed, baran Gulo jî derbarê jiyana wî de wiha axivî: “Di malbatê de ez û Mihemed hevalên hev bûn. Malbatê bi giştî jê hes dikir. Kesayeteke bi evîn, aşitî û giyanê şoreşgerî dihat naskirin. Mihemed nayê jibîrkirin. Gotineke şehîd Mihemed hebû, her tim digot, ‘divê mirov li vî welatî zengilek be’. Bi rastî jî di dawiyê de, bi çûna xwe ya birûmet bû zengilê vî welatî.”