Rojnameya Ronahî

`Wê felsefeya Rêber Apo me azad bike `

Dilîn Ehmed-Ronahî   

Rewda Hesen diyer kir ku piştî şoreşa Rojava jinên Kurd herwiha yên herêmê bi saya tevgera felsefeya azadiyê, têkoşîna azadiya xwe pir pêş xistin û azadiya jinê di cîhanê de kirin rojeva sereke.  

 

Hevseroka desteya çandê ye herêma Cizîrê Rewda Hesan li ser têkoşîna azadiya jinê ya li bakur û rojhilatê Sûrî û girêdana serkeftina vê tekoşinê bi sîstema Rêber Apo ya Neteweya Demokratîk re ji me re axivî.

Rewda got, deshilata zilam bi navê ol, exlaq û kevneşopiya paşverû ya civakê mafê jinan binpê kirine. Rewda axaftina xwe wiha domand: “Eger em binirxînin ji despêka Şoreşa Rojava ve bi giştî jin, taybet jî jinên kurd xwedî cihek taybet û biriyar bûn. Di her aliyê civakê de cihê xwe digirt, lê mixabin desthilata zilam bi kemin û qurnazêyan, bi hiceta ol tiştên ku di civakêde rola jinê daxîne, jin kir armanç. Herwiha piştî deshilata dewletan û sîstema deshilad ya kapitalist jin di civakê de kiribû amûrekî herî qîmet keftî. Jinên kurd jî para xwe ji vê yekê girt. Lê piştî tekoşina Rêber Apo despêkirî û li ser ramanên wî tekoşina azadiya jinê despêkirî rewş hat guhartin. Li ser heman Ramana şoreşa Rojava despê kir û ew derfet hat dayin ku jin ji nûve bibe xwedî îrade û ew çanda wekheviyê vegerîne. Li ser vê yekê jin bû sembola azadiyê û di hemu qadadên civakê bû xwedî rola herî girîng. Ev jî bi saya perwerdeya li ser fikir û felsefeya Rêber Apo çêbû, bingehê vê qedê û serkeftinê wî hûnandibû .”

`Jin bila ji hêza xwe bawer bin`

Rewda got, jin tevayî xwedî hêzin û dikare di rêyaperverdeyên xweser de fêr bibe ka wê çawa vê hezê derxîne û mafê xwe biparêze. Lewra ev perwerde mirov fêrî gelek rê û rêbazên xweparastinê dike.

Rewda bal kişan ser xweparastina jin û axaftina xwe wiha domand: “Pêwîste jin xwe nas bike, ji bo azadiya xwe tekoşîn bike û li her cihî xweseriya xwe ava bike. Divê em bi tekojîn û berxwedana xwe hemû jinan azad bikin û divê em jin ji milê aborî de jî bikaribin serxwebûna xwe ava bikin û ji her alî ve xwe perverde bikin.”

Rewda diyar kir ku raman û fikrên Rêber Apo li her cihîne û ew rêya azadiya xwe di fikrê Rêber Apo de dibînin û axiftina xwe wiha domand: “Raste Rêber Apo di bin tecrîda fizîkî deye, lê em derfetê nadin dijmin ku me dûrî fikir û ramanên rêbertiyê me bike. Di riya xwendina pirtuk û pespektîfên Rêber Apo de, em fikir û felsefeya wî ya azad di nav civakê de zindî dikin. Lewra em ji perwerde û lîkolînên rêbertiya xwe sud werdigrin û di ramanên wî de azadiya xwe dibînin.”

`Ne jinên Kurd tenê hemû jinên cîhanê azadiya xwe di sîstema Rêber Apo dibînin `

Rewda Hesan axaftina xwe wiha domand: “Di rizgarkirna herêmê de gelê Ereb pir jinê Ereb û Suriyan bi fikr û felsefeya rêber Apo bandor bûn. Herwiha ne tenê jinê bakur û rojhilatê Sûriyê, pir jinên walatên derve pirtûkên rêbertî xwendin û pê bandor bûn. Ev yek tê wateya ku Rêber Apo bingehek pir bi hêz ji jnan re ava kiriye. Bi ramanên rêbertiyê, jina kurd jî bû mînak û semola jinên cîhanê. Bi taybetî jina leşker ya ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kir bû sembola dîroka jinê.”

Hevseroka desteya çandê ye herêma Cizîrê, li ser çûna xwe ya dewleta Îspaniya axaftina xwe bi dawî kir: “Beriya demekê dewleta Îspaniya em dawetî walatê xwe kirin. Li wê derê me gelek civîn li dar xistin, bi taybetî li ser mijarê jinan. Tişta ku li wê derê bala min dikişand ew bû ku, jinên wan pir bi sîstem û hêza jinên Rojava bandor bibûn. Digotin `reste em dewleteke paşketîne, lê sîsema Rojava ji dewletên paşketî bêtir mafê her kesî dide`. Ji bo wê banga min ji hemû jinan re ew ku, li keda Rêber Apo xwedî derkevin û xwe pêş bixe, têkoşîn bike û destkeftiyên di destê xwe de biparêzin, da ku em bikarin hemû jinên bindest azad bikin. Rêber Apo jî dibêje, ‘Eger jin azad nebe ti civak jî azad nabin’.”