Bi armanca zindîkirina çanda helbest û stiranan ya jinan, Yekîtiya Rewşenbîran ya Tebqa çalakiyek li dar xist.
Nûnerên komîteyan û nivîsgehên jinan ên saziyên sivîl û meclisên leşkerî û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn.
Helbestvan Bûşra Mensûr, Salha Şemalî û Meryem Şerîf çend helbestên pesindayîn û niştimanî vegotin.
Dûvre hunermend Yasmîn Mihemed ji Tebqayê û Mûnetellah Atallah ji Reqayê çend stranên foklorî gotin.
Di dawiyê de Yekitiya Rewşenbîran spasya beşdaran kir ku jin anîn gel hev û kelepera herêmê dan naskirin.
ANHA