Rojnameya Ronahî

Ev êriş nîşaneya qelsbûn û têkçûna wan e

Aysel AVESTA

 

Van rojên dawî liv û tevgera şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye. Dewleta tirk a dagirker jî bê navber bi balafirên bi çek ên bê mirov êrişî Şengalê dike. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengal û Rojava ji hêla çekdarî ve têkçûn pîlan û hesabên Dewleta Tirk û hevkarên wê ser û binî hev bûn. Berovajî pîlanên wan Rêveberiya Xweser a Şengalê saziyên xwe yên xweser avakirin û gel bi vîn û îradeya xwe, xwe bi rê ve dibe.

Dewleta Tirk a qirker ku tehemûlî vê îradeyê nake, bi piştgiriya Hikûmeta Iraqê û PDK’ê, dest bi pîlaneke nû kir. Di roja salvegera komploya navdewletî de ango 9’ê Cotmeha 2020’ an de peymanek îmze kir. Di serî de civaka Êzîdî, gelê Kurd ev peyman weke dewama fermana 74´an pênase kir û bi berxwedanê bersiv da nêyarên koka xwe. Ji bo pêşî li vê helwêsta gel bigirin û wan çavtirsandî bikin, rojane êriş dikin. Lê vê civaka ku bi sedan ji van ewrên reş di ser xwe re bihurandine, natirse, hebûna xwe diparêze û dev jî axa xwe bernade.

Li aliyê din şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê şeva 21’ê Çile, li Hesekê bi rêya erebeyên bombebarkirî li ser hev gelek teqîn pêk anîn. Bi van teqînan êrişî girtîgeha Xiwêran kirin, da ku çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehê de birevînin û piştre ji nû ve xeterekê li ser mirovahiyê çêkin, aloziyê belav bikin û tirsê bixin nava dilê pêkhateyên herêmê. Balkêş e, ev êriş di dema salvegera dagirkirina Efrînê de ketin rojeve. Ji van êrişan jî diyar e ku dewleta Tirk gelekî tengav bûye û li ber têkçûnê ye. Ji bo xwe bi hêz nîşand bide û ser vê têkçûna xwe bigire, ji destpêka sala 2021´ê ve bi teknîk û hêza xwe hemûyî êrişî herêmên Parastina Medyayê kir û ev êriş hê jî didomin.
Dewleta Tirk di van êrişan de her rêbaza qirêj xist dewrê û qanûnên navneteweyî binpê kirin û wan hîna jî binpê dike. Lê tevî vê yekê jî bi ser neket û li hemberî berxwedana gerîlayên azadiyê, îtîbara xwe roj bi roj winda dike. Ji ber ku dahata welêt hemû di xizmeta vî şerê qirêj de ye, qeyrana aborî, siyasî û civakî her ku diçe kurtir dibe. Gel li ber birçîbûnê ye.

Bi hezaran girtiyên siyasî yên dîlgirtî, di bin zext û êşkencê de ne. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û yên cezayên wan qediyane, nayên berdan. A rast, ev rewş  nîşaneya qelsbûn û xitimandina desthilata AKP-MHP’ê diyar dike.

Dewleta Tirk a ku ji hêla AKP-MHP’ê ve tê birêvebirin, ji roja destpêkê ve bi awayekî fermî piştevaniya  çeteyên DAIŞ’ê dike. Ne tenê destekê dide DAIŞ’ê, her wiha wê fînanse dike û bi rê ve jî dibe. Careke din çarenûs û mayîna xwe bi çeteyan ve girê dide da ku temenê desthilata xwe dirêj bike. Bi vê armancê êrişên xwe li dijî vîna gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê zêde kirine.

Jixwe, rojane li deverên dagirkirî yên weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî sûcên şer dike. Xwezayê talan dike, sivîlan direvîne, kuştin, destdirêjî û şideta li dijî jinê, bûne mijarên rûtîn ên rojevê. Lê di salvegera êrişên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê de jî diyar bû ku xelkê herêmê rûxmê êrişan hemûyan jî berxwedana xwe dewam dike û bi berdêlên giran xaka xwe diparêze. Di serî de rêxistinên jinan, gelê Kurd û dostên xwe li hemberî her cûreyê êrişam têkoşînê geş dikin.

Yenî Ozgûr Polîtîka