Çeteyên dewleta Tirkam ya dagîrker li gundê Cûqê yê Efrînê 4 welatî revandin û birin cihekî nediyar.
Çavkaniyan ji Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirkan ya dagîrker li gundê Cûqê yê kantona Efrînê ya dagîrkirî 4 welatiyên bi navên Ehmed Emîn Elxido, Selam Emîn Elxido, Mistefa Mistefa Emare û Mistefa Ebdo Emare revandin.
Li gorî heman çavkaniyan, heta niha aqûbeta wan ne diyar e.
ANHA