Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Rejîma Sûriyê bi gotinên şovenîzm û bêaqilî êrişî hêzên ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin, dike’

24/01/2022
in Uncategorized
A A
‘Rejîma Sûriyê bi gotinên şovenîzm û bêaqilî êrişî hêzên ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin, dike’
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê bersiva daxuyaniyên hikumeta Şamê yên têkildarî bûyerên dawî yên li Hesekê da. Daxuyaniyên wezareta rejîmê û Fesysel Miqdad, şovenist û pêkenok in.

 

Wezareta Derve ya hikumeta Şamê li ser êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya girtiyên DAIŞ’ê ya bajarê Hesekê daxuyanî dabû. Wezaretê berxwedana QSD’ê ya li hemberî van êrişan bi sûcên şer bi nav kiribû û ji bo êrişên çeteyên DAIŞ’ê wek berxwedan pênase kiribû.

Têkildarî vê daxuyaniya beradeyî, Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya wiha ye:

“Ev deh sal e û aloziya Sûriyê gûrtir dibe. Rejîma Sûriyê berpirsyartiya herî mezin ji rewşa mirovî, siyasî û aborî ya xirab a Sûriyê ye wergirtiye, ji tevgera koçberî û penabertiyê ku gelê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên wê pê re rû bi rû ma, erdîngariya wê, her wiha binsaziya ku hate wêrankirin, dagirkirina beşin ji xaka Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve. Ji ber van bûyeran hewcedarî bi helwest û berpirsyariyên zêdetir hebû.

Em dibînin ku rejîma Sûriyê bi gotinên şovenîzm û bêaqilî êrişî hêzên ku li dijî terorê şer dikin, dike, QSD bi taybetiyên nelayîq bi nav dike. Ev yek zihniyeta wê şîrove dike ku bi vê zihniyetê desthilata xwe ya despotîk bi rêve dibe. Rejîm têkildarî êrişên li ser girtîgeha Xiwêran a li Hesekê  ya ku bi hezaran DAIŞ’ê dihewîne, dibêje ku berxwedana li dijî terorîstan(DAIŞ’ê) sûcê şer e. Di sala 2015’an de rejîm û artêşa wê li hember êrişên 100 terorîstan, ji vê girtîgehê reviyan. Di wê demê de girtîgeh ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin ve hate rizgarkirin.

Daxuyaniyên wezareta rejîmê û Fesysel Miqdad, pêkenok in. Diviyabû ku rejîm bûyerên ku îro li Sûriyê diqewime, sûcên ku di nava 10 salan de rû dane, qetilkirin û koçberkirina sivîlan bipirse. Xwezî ev daxuyaniyên wezareta derve ya rejîmê ji bingehê Sûrî be!  Ji bîr kiriye ku Hesekê bajarekî Sûrî ye û yên ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin, zarokên Sûrî ne. Lê wisa xuya ye ku tercîha DAIŞ’ê weke rêgezekê ji bo rewakirina têkçûna rejîmê di diyalogên bi Rêveberiya Xweser re û serkeftina wê di serweriya li herêmê de, îro ji her axaftineke erênî li ser hewldan û berxwedana ku li Hesekê tê kirin tê qebûlkirin.

Di demekê de ku em van daxuyaniyên ne berpirsyar şermezar dikin, em dixwazin bînin bîra xwediyên wê ku DAIŞ’ê rûbereke fireh ji Sûriyê dagir kir û ne ji berxwedan û fedekariyên gelê me bûye di aliyê leşkerî de lawaz nedibû. Diviyabû ku wezareta derve ya rejîmê di rêgirtina li ber kiryarên Tirkiyê û dagirkirina wê ya li Sûriyê û kiryarên çeteyên wê de, rola xwe di asta Konseya Ewlekariyê û Neteweyên Yekbûyî de bilîsta. Ev daxuyanî moralekî mezin dide DAIŞ û Tirkiyê ya dagirkirî ya ku rasterast destekî didin kiryarên terorîstên li girîgeha Xiwêran.

Em Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bang li hikumeta Şamê dikin ku baş bifikire, ji xewê şiyar bibe, baş bizanibe ku hemû plan û gotinên wê êdî bêfêde ne û tu kes romanên wê bawer nake. Divê dev ji xîtab, xiyanet û wêrankirin berde bi kêmanî bêyî li xwe vegerê.”

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.