Xuya bû wê piştî dagirkirina Efrînê Sûriyê û herêm di aliyê hevsengiya hêzê û pêşketinên siyasî de derbasî qonaxeke nû bibe. wê têde rola hinek hêzên mudexeleker ên mîna Îran û Tirkiyê ber bi aliyekî nû ve biçe. Ango wê bandor û asta mudexeleya van hêzan nava karên hundirîn ên welatên dîtir de bête bêtesîrkirin û dibe heya radeyekê jî kirîza heft-heşt salî ya li herêmê derbasî nava van welatan bibe. Itîfaqên nepenî yên Amerîka û Rûsyayê jî vê pêşbîniyê piştrast dikin.
Hemû şopdarên pêvajoya aloziya Sûriyê dikarin bi hêsanî eserên van itîfaqan li ser sînordarkirina asta mudexeleya van hêzên herêmî bibînin. Beriya sê salan dema ku Amerîka û Rûsya li ser hinek deverên Sûriyeyê li hev kiribûn, taybet başûrê Sûriyê, wê çaxê hêzên nola Tirkiyê û Îran li derve mabûn. Ev jî bibû sedema aciziya wan hêzan. Îro jî ev hêzên hegemon, taybet piştî kirîn û firotina axa Sûriyê, li defterên xwe yên berê vedigerin û hesabên xwe li gorî encamên sindokê dikin. Nîşaneyên aloziyê diyar dikin ku êdî ev hêzên han wê rê li ber çilekiyên Îran û Tirkiyê li herêmê bigirin. Wê ev herdu jî bên çerxeriya hilbijartina mewziyê. Bi taybet dewleta Tirkiyê bi serperştiya sîstema nû ya ku modela faşîst li ser civaka xwe di 24 Hezîranê de ferz kiriye, hatiye kêliyeke wer hestiyar ku êdî lazime bloka xwe net bike. Rûpîvana ku ev çend salin têde navbera Rûsya û Amerîka de digeriya, êdî teng bûye. Gereke bi lez û bez mewziya xwe belî bike.
Niha ger em li şansên Tirkiyê û sîstema homojen, netew-olperest- a ku Erdogan avakiriye binêrin, em ê bibînin ku bi vê biçimê hatiye afirandin, ne li hundir û ne jî li derve ti şansê wê nemaye. Herdu bijêrekên wê jî tal in. Ger ber bi Amerîkaya ku di hilbijartinan de destek dayê re biçe, wê rastî dijminahiya Rûsyaya ku rê dayê beşek ji axa Sûriyê dagir bike were. Ger xwe bi aliyê Rûsyayê ve jî bade, wê rûbirûyî hevlabendên xwe Amerîka û NATO bimîne. Bê goman ev rewşa ku Tirkiyê ketiyê, ne badilhewa ye. Ew jî ber bi kozikê ve hatiye ajotin. Daxuyaniyên rayedarên Amerîkî piştî hilbijartinên 24 Hezîranê ku pêwîste Tirkiyê navbera F35 û S400 hilbijêre, baş nîşan didin bê Erdogan û ekîpa wî li hemberî çi bijardeyê ne.
Di cebheya hundirîn de rewşa Erdogan ji ya derver ne baştir e. Encamên hilbijartinan ne li gorî plansazî û dilê Erdogan û itîfaqa MHP û AKP bûn. Rêjeya ku her kes dizane bi hîleyan bi dest xistiye, asta wendahiya li hemberî cebheya hundirîn diyar kiriye. Her wekî din, serketina cebheya demokratîk bi pêşengiya HDP careke din isbat kiriye ku Erdogan û hikumeta wî kirîzeke siyasî ya kûr dijîn. Ev kirîz tekez bi xwe re zemîna rûdana darbeyekê yan qeyraneke ji ya Sûriyê kûrtir ava dike.
Êrşên Rûs-Rejîmê bi ser Deraa, bicihbûna hêzên Rûsya li Efrînê û êrîşên çeteyên Tirkiyê ser Tadifê de, diyar dikin bê Tirkiyê bêçariyeke çawa dijî. Bê goman şîreta senatorê Amerîkî Lênzî Graham ku ji Erdogan re gotiye; mudaxeleya nava Sûriyê wê te bixe çiravê, baş diyar dike ku êdî dema otorîteya Erdogan xeyal dikir qediyaye û wê di nav bijardeya F35 û S400 de bergalê ji dest bide. Ango hemû riyên wî digihin çiravê.
Idrîs HENAN