Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qedexeya 7 rojan ya giştî li ser Hesekê hat ragihandin

24/01/2022
in Uncategorized
A A
Qedexeya 7 rojan ya giştî li ser Hesekê hat ragihandin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Desteya Hundir ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê qedexeya 7 rojan ya giştî li ser kantona Hesekê û ya qismî li herêmên din yên rêveberiyê ragihand.

 

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyanyekê da zanîn ku ji ber êriş û tevgera DAIŞ’ê ji bo parastina ewlehiya herêmê qedexeya giştî li ser kantona Hesekê û ya qismî li ser herêmên din ên rêveberiyê radighîne.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk ji bo pêkanîna armancên xwe yên têkbirina ewlehî û istîqrara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bin ket, ji ber vê yekê careke din berê xwe da DAIŞ`ê da ku armancên xwe yên qirêj ên têkbirina Rêveberiya Xweser û destkeftiyên wê, pêk bîne.

Lê berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya lehengane, ev êrişa li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkhateyên wê têk bir û armanca dewleta Tirk a dagirker vala derxist. Dewleta Tirk bi vê hewldana xwe careke din îsbat kir ku ew mastermîndê (aqlê birêvebirinê) yê DAIŞ`ê ye ku ew xeteriyeke mezin li ser ewlehiya herêmê û cîhanê çêdike.

Em weke Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya giştî ya hundirîn û derve a heya hefteyekê li ser bajarê Hesekê radigihînin. Qedexe ji 24`ê Çile dest pê dike heya 31`ê Çile. Qedexe giştî ye, tenê saziyên xizmetguzariyê yên wekî (Firne, aş, navendên tenduristiyê, sotemenî û şaredarî) ku xwezaya karên wan cuda ye, wê bixebitin. Her wiha li sazî û bajarên din jî qedexeya beşî(qismî) ye û ji saet 06:00`ê êvarê dest pê dike heya 06:00`ê sibehê.

Di dema qedexeyê de tevgera çûn û hatina di navbera bajaran de jî qedexe ye. Ji bo parastina ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ji gelê xwe dixwazin ku papendî van perspektîfan bin, da ku hêzên me karibin bi erka xwe ya parastina ewlehî û istîqrara herêmê rabin.

Em ji hêzên xwe re serkeftina domdar dixwazin. ”

 

Post Views: 34
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.