Rojnameya Ronahî

Wêjeya jinê

Gulal Kasanî

Ji mêj ve nêrîneke ne rewa li ser nijada jinê heye. Di dirêjayiya dîrokê de nêrîn û heta bîrdoziyan jî nirxandina wan ji rola jinê re ne saxlem e.

Feylsofê Yewnanî Arîstoteles li ser mijara jinê wiha dibêje: Jin ew jêdera astengî û hilweşandina di cîhanê de ye. Ew mîna darekê ye. Pelên wê jehrî ne. Ji aliyê derve ve bedew e, lê dema çivîk ji dixwin dimirin.

Vê nerînê bi kûrayî xwe berdaye nava raman û hizrên ronakbîr û heta oldaran jî. Lê jin jî ji aliyê xwe ve ranewstiyaye, di her alî de çi civakî, çi siyasî, çi leşkerî û heta wêjeyî her li ber xwe daye.

Nivîskarên jin li welatên Rojava heta Ewropî heta demekê nikarîbûn bi navê xwe berhem û nivîsandinên xwe belav bikin.

Di çerxa 15`an de, nivîskara Ingilîz Marî An Êvans li ser navê Jorij Êliyot berhemên xwe belav kirin. Ji hingê ve ji bo nivîsandinê û diyarkirina hestên xwe hin bi hin cegerî li nik jinê çêdibe. Di sala 1813`an de nivîsakar Jên Ostên berhema xwe ya bi navê ‘Mezinahî û Vîn’ belav dike. Di wê berhmê de li ser jiyana jina Ewropî û bi taybetî li ser zewaca di civaka wan welatan de axiviye.

Rola jina Kurd di wêjeyê de çi bû, bi taybetî di demên ku li nik Ewropiyan qedexe bû.

Di çerxa 18`an de helbestvan û dîrokzana Kurd Mestûra Erdelan ya ji bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê hebû. Helbestvan Mestûre li derdora 2000 malikên helbestî nivîsandine û pirtûkeke wê ya li ser dîrokê jî heye. Li ser dîroka Mîrşahîtiya Erdelan diaxive. Berhema wê ya helbestî di sala 1926`an de ji aliyê zanyarê Kurd Yehya Me`rîfet ve hatiye çapkirin. Lê pirtûka wê ya bi navê ‘Dîroka Erdelan’ di sala 1990`î de li Moskowa hatiye çapkirin.

Dema mirov bîne hemberî hev, tê xuyakirin ku jina Kurd di demeke zûtir de kariye rola xwe ya wêjeyî bilîze. Ev çi wateyê dide? Xuya ye ku çivaka Kurd ne weke civakên din bûye, rêya wê berferihtir bûye. Mestûre ne helbestvan û nivîskar tenê bû, di aliyê rêveberiya mîrşahîtiyê de jî rola wê habû.

Di serdema nûjen de û piştî van pêşketinên ku çêbûne, rola jinê xorttir bûye, lê tevî wê jî gelek ji nivîskaran li dijî wêjeya jinê radiwestin û dibêjin nabe bi ti awayî wêje were dabeşkirin, wêje wêje ye. Xalis Misewer, Subhî Ehmed, Lema alî û Mizgîn ji wan nivîskaran in.

Wêjeya jinê, ew e ku deqên wê yên afrînerî bi doz û kêşeya jinê ve girêdayî ne. Ew wêjeya ku parastina mafê jinê dike; li dijî stem û zora di dirêjayiya dîrokê de çibûyî -şêwazên oldarî, civakî û siyasî li ser stûyê jinê hatine çespandin- li ber xwe dide. Hin bawerî hene dibêjin ew nayê wê wateyê ku lazime nivîskar jin be, belko mêr be jî.

Li rojavayê Kurdistanê piraniya nivîskaran ne bi wê yekê re ne, ew nerîna ji bo dabeşkirina wêjeyê; di navbera wêjeya jinê û wêjeya mêr de.

Li welatên Ereban jî hê zarawa wêjeya jinê di navbera pejirandin û redkirinê de ye.

Hin nivîskar jî dibêjin, wêjeya jinê wêjeya girêdayî mêbûnê ve ye, ango wêjeya afretî.

Gelo wê di paşrojê de wêjeya jinê bibe jîwar yan na?