Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Berxwedan û têkoşîn erkê me ye`

23/01/2022
in Uncategorized
A A
`Berxwedan û têkoşîn erkê me ye`
Share on FacebookShare on Twitter

Darîn Silê/Qamişlo

Hunermend Danîş Botan: Çîroka hunertiya min ji zindanê dest pê kir û heta niha jî dewam dike.  

 

Danîş Botan sala 1973`yan li bajarê Qamişlo di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Dema dibe 18 salî dikeve zindana rejima Sûrî û sê salan di zindanê de dimîne. Sala 1992yan dema ku ji zindanê derdikeve tevlî kar û xebata hunerê dibe û heta niha jî bi hunera xwe ve girêdayî ye.

Çima dikeve zindanê?

Danîş heta refa 12`an xwendinê dike. Dema 18 salî ye di dibistanê de xwestiye stiraneke bi kurdî bêje lê mamosteyê wî qebûl nake. Wê demê Danîş û çend hevalên xwe ji mamosteyên dibistanê re dibêjin, ma Kurdan çi kiriye heta ku hûn nehêlin bi zimanê xwe stiranekê bêjin!

Ne li dibistanan tenê tenê li deverên din jî zordarî li Kurdan dihat kirin. Wê demê rejima Sûrî nedihişt Kurd bi zimanê xwe jî biaxivin.

Danîş derbarê ketina xwe ya zindanê de wiha got: “Dema ku mamoste nehişt bi kurdî bistirînim ez pir xemgîn bûm. Wê demê ez ciwan bûm û pir dilgerim bûm. Ev bûyer di dilê min de bû weke birînekê. Ji bo wê jî min û hevalên xwe me çalakiyek li dar xist û me ala kesk û sor û zer li ser banê dibastanê û li çend deverên din hilda. Piştî vê çalekiyê rejimê em xistin zindanê. Heskirina min li hember hûnerê hebû, lê dema ketim zindanê hezkirina min pirtir bû. Ji bo wê jî çîroka hunertiya min ji zindanê dest pê kir. Di zindanê de min dest bi karê hunerê kir û fêrî dengbêjiyê bûm.”

Di zindanê de rêbazê rejima Be’s

Dema ku Danîş di zindanê de dimîne, rejim bi şêwazekî dermirovî û bêaxlaq nêzî wî dibe. Bi rojan bêxwarin dihêle û gelek caran ji sibehan heta êvaran çavên wî girtî dihêlin û curbecur şêwazên işkencê bi kar tînin.

Danîş da zanîn ku gelek êş û zehmetî di zindanê de kişandine û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Hin caran dema ku xwarin didian me, mazot yan benzîn dixistin navê. Ji bilî wê rojane lêdan û işkence hebû. Ya herî zehmet ew bû dema ku çar mehan li zindanê di cihekî yekkesî de mam. Min sê salên xwe yên li zindanê bi vî rengî derbas kirin.”                 

Tevlîbûna Danîş ya Koma Botan

Sala 1994`an piştî ku Danîş ji zindanê derdikeve tevlî Koma Botan dibe û heta niha jî di nava komê de cih digire.

Danîş li ser kar û xebata xwe ya di nava komê de wiha got: “28 sal in di koma Botan de kar dikim. Min nêzî 350 heta 400 berhemî çêkirine. Tevayiya wan helbest û stiran in. Stiran jî  Piraniya wan şoreşgerî ne, lê hin caran yên folklorî jî dibêjim. Jixwe stirana yekê ku min bi dengê xwe saz kir `Gula Min` bû.”

Danîş ji bilî karê komê gelek caran tevlî çalakî, mihrîcan, bîranîna Hunermendan û festîvalan jî dibe. Dema ku yekîtiya Hunermendên Cizîrê ava dibe, wek hunermend cihê xwe di yekîtiyê de jî digire. Piştî wê tevlî Ofîsa Desteya Çandê dibe û wek cîgirê desteyê tê hilbijartin.

Hunermend Danîş Botan di dawiya axaftina xwe de got, wek hunermendên bakur û rojhilatê Sûriyê emê hewl bidin ku hunera xwe hê zêdetir pêş bixin û hunermendên nifşê nû fêr bikin û bighînin. Herwiha têkoşîna azadiyê dewam bidomînin, lewra berxwedan û têkoşîn erkê me ye.

 

 

 

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.