Sîpan Şînda
Komara Tirkiyê ya ku ev sed sal in hebûna Kurdan, zimanê wan, çanda wan înkar dike û qedexe dike, di sala 2012 an de rêziknameyek derxist û di vê rêziknamê de tê gotin ku di “kontejana zimanên biyanî” de Kurdî ji weke dersa bijarte di dibistanan de dikare bête bijartin û zarok dikarin bi vî hawî zimanê Kurdî fêr bibin. Lê belê dewletê ji bû vê yekê çi zagon dernexistine û bi rêziknamê ev kar kirin. Ev ji di serî de nêzîkbûna dewletê ya seresere û dilnexwaziya wê ya perwerdehiya bi Kurdî nîşan dide. Jixwe siyasetmedarên tirk hetanî niha ji heroj di peyamên xwe de dibêjin “yek dewlet, yek ziman, yek netew”. Û zarokên Kurdan ji zimanê xwe yê zikmakî weke zimanekî “biyanî” fêr dibin. Ka îca werin em bi hevre berê xwe bidine pirêza ev deh sal in qaşo perwerdehiya Kurdî bi awayekî fermî heye binêrin.
Bi milyonan zarokên Kurdan di dibistanan de perwerdehiyê bi tirkî dibînin û têne pişaftin. Lê belê dewletê hetanî niha tenê 59 mamoste ji bû zimanê Kurdî standine. 48 ji van ji bû Kurmancî û 11 jî ji bû Dimilkî. Ev pirsgirêka bingehîn ya li dibistana ye. Li gelek bajarên Kurdan, pirrê zarokên ku waneya Kurdî di nava van deh salan de bijartine bi hêceta ku mamoste nîne nekarîne wê seeta “dersa bijartî” bibîne û daxwazên wan zarokan û malbatên wan pêk nehatîne. Rêveberiyên dibistanan her tim ji malbatan re dibêjin mamoste nînin ku bikevin di dersa Kurdî de. Heke zarokên we vê dersê bibijêrin wê ew wane vala biçe û çi feydê wê ji nade wan. Jiber ku desthilatdarî hetanî niha ji, salê yek yan ji du qadroyan ji bû mamostetiya Kurdî vedike. Ya duduyan, têra xwe materyalên ji bû perwerdehiya bi Kurdî nayêne amadekirin û naçine ji dibistanan re. Dema zarok dersa Kurdî dibijêrin, rêveberiyên dibistanan dibêjin pirtûk nînin ku em bidine zarokan. Ya sisêyan, rêveberiyên dibistanan her tim hewldidin ku dilê zarokan û malbatan ji zimanê Kurdî sar bikin û berê wan bidine tiştên din. Dibêjin, ‘mane jixwe zarok Kurdî dizanin, ma wê Kurdî kêrî çiya wan bê, di pêşerojê de Kurdî çi pêşiya zarokan venake’ û hwd. Dixwazin bikevin binhişiya zarok û malbatan û zimanê wan li ber çavên wan reş bikin. Pirsgirêkeke din ji di warê dogmakirinê de ye. Ew lîsteyên zarokên waneyên Kurdî bijartîne her sal diçin li ber destê polêsên tirk û ew ji li gorî wê nêzîkî malbatan dibin û wan û zarokên wan dogma dikin. Gelek kesên ku têne girtin ji wan re bi awayekî devkî dibêjin ‘aha vaye zarokên we li dibistanê waneya Kurdî bijartîne, haya me jê heye ha.’ Mixabin ji bûna Kurd ji zimanê xwe birevin pergal hemû rêbazên qirêj li himberî Kurdan bikar tîne.
Gelo divê Kurd çi bikin di vê rewşê de? Bi ya min divê Kurd bi awayekî giştî vê waneyê ji bo zarokên xwe bixwazin. Divê ne bi deh hezaran yan ji sed hezaran, divê bi milyonan zarokên Kurdan serî li rêveberiyên dibistanan bidin û bêjin em dixwazin waneya zimanê Kurdî bi bijartî be ji bistînin. Di vî warî de divê hamû malbatên Kurdan bi awayekî hişyar tev bigerin. Rayedarên dewletê heroj dibêjin me dersa Kurdî vekiriye lê ka eve tu kes naxwaze. Divê Kurd di vî warî de pergalê mecbûr bikin ku ew derfetan zêdetir ji perwerdehiya Kurdî re veke.






