Zekî Bedran
Rewşa gelê Sûriyê tê de bi têrayî nayê gotûbêjkirin. Bêguman gelek sedemên wê hene. Sedemek jê ew e ku hişmendiya rejima Be’sê ya navendiya hişk û yekpartî heye. Amûrên ragihandinê tev di desê rejimê de ne. Rê nade deng û nêrînên cuda. Kesên rejimê rexne dikin xayîn û dijmin tên dîtin. Rejim demokrasiyê ji bo xwe xeter dibîne. Rêveberên rejimê Sûriyê weke malê xwe dibînin. Tişta bixwazin ji xwe re maf dibînin. Rejimên yekparî rêveberiyên faşîst in. Pêvajoya Mussoloni ve Hîtler mînakên wê ne. Di salên 1920an de M. Kemal jî di sîstema yekpartiyê de heta şerê cîhanê yê 2. desthilat bû. Piştî şkestina faşîzma Hîtler Ewropa xebitî ku bingehê demokrasiyê xurt bike. Dema Tirkiy xwest bikeve NATO, jê xwestin derbasî sîstema pirpartîbûnê bibe. Lewra wê gelên Ewropa bi çavekî baş li rejimeke yek partiyê nenêrîna. Rejimên yekpartî Ewropa û dinya xistibûn nava feleketê.
Rejimên li Rojhilata Navî yên yekpartî rêveberiyên despotîk û otorîter ava kirin. Vê jî ji gelan re wêranî û berdêlên giran anîn. Em bînin bîra xwe rejima Sedam rê neda demokrasiyê. Çavkaniyên welat bi giranî ji bo hêzên leşkerî û sarayan hatin bikaranîn. Dawiya wê bû şerê Îran û Iraqê. Pişt re dagîrkirina Kuweytê pişt re jî wêraniya Iraqê çêbû. Li hemberî Kurdan êrişên komkujiyan hatin organîzekirin. Eger welatekî pirpartî û demokratîk bûya wê Sedam nikaribûya biryarên wisa bide.
Rejima Sûriyê jî ji ya Sedam ne cuda ye. Mafê gel yê axaftin, rexne û gotûbêjê jê hatiye standin. Yên li hemberî rejimê dibin amanca istixbaratê. Yên dikevin zindanan ji tevayiya mafên xwe bêpar dimînin. Zindan li dijî tenduristiya mirovan hatine avakirin. Derfeta xwendin û nivîsê nadin girtiyan. Darizandina adil nîne. Hevdîtina bi parêzeran re yan pir kêm tê kirin, yan hîç nayê kirin. Bi salan girtiyan dernaxin dadgehê. Li zindanan ka kî tê kuştin kî dimîne nayê zanîn. Destûrê nadin saziyên mfên mirovan. Rêxistinên sivîl yan nînin yan di emrê rejimê de ne û sûcan bincil dikin. Ji ber zordariya rejimê rêza rewşenbîrî ya welat pêş nakeve. Yên ji welat reviyayîn ji zindan, mirin û işkenceyê rizgar dibin. Lê ew jî nikarin bi gelê welat re bikevin nava têkiliyeke bibandor.
Bi kurtayî ji ber van rastiyên me xwestî bînin ziman rewla îro gelê Sûriyê tê de bi têrayî nayê zanîn. Digel ku Sûriye di rojeva dinyayê de ye bi salan e ciyê şer e. Hê jî di rojeva herî germ ya dinyayê de ye. Lê yên van nîqaşan didkin hêz û dewletên têkildar in. Ev hêz jî berjewendiyên xwe disepînin. Gelê Sûriyê, rewşenbîr û kedkar li derveyî nîqaşan in. Ti kes pirsa xwe bi gelê Sûriyê nake. Rê nayê dayîn ku xwe bi rêxistin bike û nêrîna xwe bide. Mînaka vê ya herî baş rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Van herêman xwe bi rêxistin kirin. DAIŞ paqij kirin û modeleke demokratîk ava kirin. Lê rejima Be’sê van rêveberiyan nas nake û dixebite tesfiye bike yan bi xwe ve girê bide. Yên tevlî pêvajoya Astana dibin, Tirkiye, Rûsya û Îran rêveberiyên xweser kirine amanca xwe. Ev herêm ji tevayiya têkilî û hevdîtinên navneteweyî bêpar kirine. Amerîka van rêveberiyan bi awayekî fermî nas nake û destekê nadiyê. Tirkiyê herêmeke fireh dagîr kiriye. Li ciyê dagîr kirîn bi tesfiyekirina rêveberiyan tenê namîne, gel diperçiqîne, dide koçberkirin û qirkirina neteweyî dike. Gelê Sûriyê di binê amûrên rejimê û zordestiya wê de diperçiqe. Xizaniyeke pir mezin heye. Çawa ku di koronayê de jî hat dîtin gel bêxwedî maye. Siyaseta kî mir kî ma dimeşe. Sedema ambargo û xizaniyê rejima Be’sê ye. Divê ev rejim bê guhertin. Pêdivê bi sîstemeke demorkatîk û xwe bispêre gel heye. Lê rejim dixebite Kurd û Ereban ji hev dûr bike. Dixwaze gelan bi hev bide qirkirin û bi wî awayî desthilata xwe xurt bike. Pêdiviya gelên Sûriyê bi rejimeke weke ya berî 2011an nîne. Tersê wê pêdiviya gel bi Sûriyeke ji rejimê rizgar bûyî, di nava aştiyê de û bi hev re heye. Ji bo Sûriyeke demokratîk divê rewşenbîr, jin û alîgirên demokrasiyê rastiyên welet û rojeva gel nîqaş bikin.






