Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Ez lingê xwe dixwazim”!

19/01/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Xweserî û xwelîserî
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

 

Di 8.1.2022 de, dîsa li ser Kobanê û gundên wê êrîşên dewleta tirkî yên rojane pêk hatibûn.

Gundê Qeremox, Til Haceb, Gultepe, Goran, Serzorî û Xanî bûbûn amanca topbaranê.

Ji vê êrîşa hovane û nijadkuj a dewleta tirkan, 12 welatî birîndar bûbûn, ji gundê Xanî welatiyek şehid ketibû, ji gundê Qeremoxê jî zarokê 4 salî yê bi navê Ebdo Mistefa Henîfî bi giranî birindar bûbû.

Erê jiber însanên me yên ku bi van êrîşan ve şehîd dikevin, birîndar dibin an jî koçber dibin, herkes gelek xemdar û dilêş dibin. Lê wê rojê min di TV de li gel dîmenê Ebdo, gotinên wî gohdar dikir, ji nişka ve weke agir kete nava can û cerg û dilê min.

Dema got ”ka lingê min, EZ LINGÊ XWE DIXWAZIM, ez ne terorîst im”, ez bawer dikim, kîjan kesên ku qasî misqalekî wijdan û dirhemek nirxên mirovahiyê li cem hebe nikaribû bê hilwest bimîne li himber van êrîşên xwînxwar û hovane yên dewleta Tirka.

Gelo kî terorîst e? Divê ev pirsa ji her dewlet û hêza peywendî li gel vê dewleta tirka ya dujminê mirovahiyê hene were pirs kirin. Ma gelo Ebdo û bi sedan zarokên di temenê wî de yên Kurdistanî terorîst in an dewleta AKP-MHP’ê terorîst e? Her wiha yên dijî DAIŞ’ê, EL NUSRA û hwd.nin û yên li gel DAIŞ û EL NUSRA û hwd.nin kî nin? Divê bersîva van pirsan were dayîn!

Xwedêgiravî Rûsya û DYA, di sala 2019 de soz dabûn ku êdî dewleta tirka ew ê êrîş neke, lê diyar dibe ku li goreyî soz û peywira xwe ya ewlehiyê/garantoriyê nameşin!

Îca weke gelek caran dubare û sêbare tê gotin, da ku ev mijara bingehîn di serê her kesan de zelal bibe. Ev mijar jî; naskirina gunehbarên van êrîşan e. Ev hêz an dewlet kîne? Yên sereke, yên kujer, yên noker û hwd.kîne?

Erê yê aşkere kujer dewleta mêtinger û qirker a Tirka ye, noker jî PDK û yên dûvikên wan e. Lê belê xwedanê sereke yê projeya cîhanî û yên bi van kujer û nokeran ve dide kirin, dewletên  cîhanî yên serwer in.

Dema ku ev zelal werin naskirin, êdî hêvî û merhamet ji van dewletên serwer û kujer nayê kirin. Ji ber ku vana ji şehîdkirina Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Enes Ata, Cemile Cizir(laşê wê di dolaba qeşayê de parastibû diya wê!) û hwd.zaroyên Kurdistanê tên naskirin.

Lê divê mirov doza xwe bigihêne rayagiştî ya mirovahiya cîhanê û dostên gelê Kurdistanê zêdetir bike. Divê ev jî were zanîn ku her çendîn ne ewqas bi rêxistin be û têkiliyên wan ne gelek xurt be jî lê hêza potansiyel a mirovahiya cîhanê ji ya zulumkarên cîhanê pirtir e.

Hema li ser vê êrîşa qirker a li ser Kobanê, mînakek biçûk be jî belê balkêş hat dîtin, ev jî hilwesta Komisera Komiteya Azadiya Baweriyan a Navnetewî ya Emerîka Nadine Menza bû. Bi dengekî bilind dewleta tirka dagirker û gunehkar nîşan da. Her wiha di serî de DYE bang li raya giştî cîhanî kir da ku hewl bidin ji bo dawiyê li êrîş û dagirkeriya dewleta tirka bînin. Li gel vêna pêsnê Rêveberiya Xweser da û fermî têkilî li gel buroya karê derve datîne û îradeya vê pergalê jî nas dike.

Di encamê de: Tolstandina lingên me, dest û çav û guhên me, ked û xwîna me; rizgarkirina welatê me ye, azadkirin û xweseriya gelên Kurdistana me ye!

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.