Di beşa 3’ê yem da jî emê hewil bidin kû li ser kornolojiya Dîrokî a komînan hinek din rawestin kû em bikaribin bi demêra berê xwe bidin roja meya îro kû bê ka jiyana komînal çiqasî maye an jî bê çiqas di wateya xweda tê jiyîn.
Piştî têkoşîna Hesen Sabah û şûnda, vê carê jî tevgera Karmatiyan ji boyî jiyana komîn tekoşîn dane meşandin. Mirov dema kû li şêwayê jiyana tevgera Karmatiyan dinêre mirov bi awayek hîn zelaltir rastî bermahiyên komîn û meclîsan tê.
Tevgera Karmatiyan kû di sala 870 de dest pêdike hetanîn salên 1070 yanî bi qasî 200 salî ramanê xwe li tavayî Rojihilata Navîn belavidikin. Di felsefa karimatiyan de xala herî zêde cî jêra tê dayîn perwerde û bi hevra jiyankirine. Karmatiyan navê xwe ji kesê kû tevger avakirî û pêşengitiya gurubê kirî navê xwe (Hamadan Eş El Karmat) buye û tevgerê navê xwe ji navê pêşengê xwe Karmat girtiye. Di nava tevgera karmatiyan da her kes bi peyva (Refiq) kû ev peyvî bi Erebiye di zaravayê Kûrmancî de tê wateya heval. Bi peyva Heval xîtabê hevdu kirine. Mirov dema kû ji vê peyvê derkeve rê wiha tê fêmkirin kû ciyê her kes bibe hevalê hev li wir cudahî û destihiladarî nabe. Ciyê kû peyva heval hebe bê guman li wê derê jiyana komîn û wek hev di asta jorîn de tê jiyîn.
Piştî têkoşîna tevgera Karmatiyan û şûn de jî mirov têkoşîna jiyana komînal di berxwedaniya Şêx Bedretîn da dibîne. Li gorî lêkûlînvanên Dîrokî wisan tê zanîn kû Şêx Bedretîn di sedsala 14. De li herêma Bakûrê Kûrdistan, li nêzî Edîrne qaleya Sîmavan hatiye Cîhanê.
Di felsefeya Şêx Bedretîn da jî jiyana komîn û komînal bûyîn di asta herî jorîn daye. Di gelek nivîsên derbarên şêx Bedretîn de tên gotin kû ji boyî cudahî nekeve navbera olan gelek tekoşîn daye meşandin. Di heman demê de ji boyî bikaribe gel ji rewşên kû diqewimin û her kes bikaribe bi pêş bikeve. Jiyana Derwîşan daye destipêkirin û Derwîş di nava gûndan de dane avakirin. Li gorî pêwîstiyên gel Derwîş geriyan mal mal gel perwerde kirine. Milk û ambarên genim bi awayek kû her kes bikaribe sûd jê wergire di nava gûndan de dane avakirin. Kesên kû destihladarî li ser gel kirine li dijî wana tekoşîn dane meşandin.
Dema kû mirov li diroka Rojihlata Navîn temaşe dike mirov bi awayek vekirî dibîne kû jiyan komînal tu caran paşgûh nehatiye kirin. Di hemu deman de hinek pêşeng derketine û bi yekibûyîna gelra ji boyî jiyanek komîn berxwedanî kirine. Li beranberî destihiladaran tû caran jiyana komînla bi bin neketiye. Di dîrokêda kesên kû ji boyî jiyanek ferd parêzî şerên gelan kiribin û dikin, bêguman dawiya wan binketine. Ji ber kû jiyan bi hevrabuyînê ra tê jiyîn. Her çendî kesên navdar weke Şêx Bedretîn bi destê dewleta Oamaniyan va hatibin bi darve kirin jî lê belê wan nekarîye şopên jiyana kom=komînal ji holê bidin rakirin. Kû heta roja îro jî, ji boyî jiyanek komînal li beranberî ferdiyetê tekoşîn û berxwedanî tê kirin. Piştî kû bajarbuyîn û ava bûyîn kentan li welatên Rojava li pêşketin li wiri jî tekoşîna ji boyî jiyana komînla bi pêşengitiya şoreşên gelan li pêş dikevin. Di rêze nivîsên em yên dinê da jî em dikarin tekoşîn û berxwedana jiboyî jiyanek komîn li welatên Rojava jî bi bînin.
Binevş SARYA