Di nivîsên berê de me rêçek ji peyvan re vekirîbû û me gotibû emê li ser vê rêçê peyvan bişopînin. Peyv, ji bo zimanî weke stêrkên li ezmananin. Di şevên havînê de hinga mirov zarok, li ser bana diraza û dema mirov diço di nav cihan de mirov ji fekirina wan stêrên li ezmanan têr nedibû. Bi çavên zîq me li wan stêrkan dinêrî. Yên vemirî, yên geş, yên geştir, yên kom… (Niha ji dest min bikeve ez bi qasî zarokan dixwazim vê bijîm). Dema yek ji wan stêrkan ji ber çavên min winda dibûn dilê min ji li ser hev de diçû û ez ji xwe re li stêrkek geştir digeriyam. Peyv jî ji bo zimanî welêye. Çawe dema li gor zarokan stêrkek dimire, ezman ji xalî dibe û ew tamê jê nabînin, ji bo ziman ji, dema peyvek winda dibe ziman ji qels dibe. Yan ji weke daristanekê, çawe hingî darek ji nav rêlê bê birrîn rêl zeîf dibe, ziman ji wisa ye. Divê him mirov dara ji daristanê nebire û guhdanê lê bike, him ji divê mirov lê zêde bike, biçîne. Divê mirov ji bo zimanî ji him peyvên heyî biparêze him ji yên nû li ser ve zêde bike da ku xurt û dewlemend bibe. Da ku dema peyvin winda bibin ji yên şûna wan bigirin hebin.
Her weha di nava zimanan de dan û stand her tim çêbûye û wê her tim çêbe ji. Di nava zimanê Kurdî de gelik peyvên erebî hene. Bi taybetî ji piştî Islamiyet ketî di nava Kurdan de ev peyv zêdetir bûne. Gelik ji van jî mirov nikare bi hêsanî ji nava zimanî de derbixe ji. Yek ji van peyvan ji peyva “tifaq” e. Wata wê: li hev kirin, li hev hatin, bi hevre livîn, di gotin û xeberê yêk de bûn e. Ev peyv ji zimanê Erebî tê. Bes demek dirêje ketiye di nava zimanê Kurdî de û ciyekî vê peyvê yê qayîm ji heye. Heta ciyekî wê yê ewqas qayîm heye, biwêj pê hatine çêkirin, mesele li ser hatine gotin . Mînak ‘tifaq tifiqî’. Ya rast peyveka xweşik ya şûna ‘tifaq’ê tê bikaranîn di Kurdî de heye. Peyveka gelik xurte ji. “Yekîtî”. Ev peyveka resene û ji Kurdî tê. Ji peyva-jimara ‘yek’ ê çêbûye. Yekîtî ji di wateya bi hevre livîn, li hev kirin, li hev hatin, gotin û xeberên hevdû kirinê de ye. Gelik caran di nivîsan de ev herdû peyv li cem hev tên danîn. Lê ya rast ev yeka henê guhê mirov dixwerine. Dema herdû peyv, ango ‘tifaq’ û ‘yekîtî’ bi hev re tên bikaranîn, diyare ku qelsiyek heye û divê yek ji wan bê avêtin. ‘Yekîtî’ bese! Peyva yekîtî di zimanî de pirr tê bikaranîn. Bi taybetî, ji ber ku Kurdan di cîhanê de hêj di vî qernî de ji nekarîne yekîtiya xwe çêkin, ev herdû peyv li ser devê gelik kesane. Lê mixabin hê ji tenê di devê wan de ye û ji bo yekitiyê jî tenê serdevin. Yekîtî, ji bo Kurdan ne tenê peyveke. Ew giyaneke. Weke nan û avê, weke hewayê ji bo jiyana Kurdan, ji bo serkevtina wan lazime. Hemî Kurd vê gotinê dibêjin. Ne tenê Kurd, herweha biyaniyên vê bê yekîtiya di nava Kurdan de dibihîsin, şaqis dibin û di serî de ji bo serkevtinê, ‘yekîtiyê’ pêşniyarî Kurdan dikin. Raste, heta em nebin yek, emê herin yek bi yek’!
Sîpan ŞÎNDA