Fener…
Idrîs Henan
Şerê derûnî ji şerên leşkerî bixetertir e ku bi gelek rêbazan bi kar tê û xwedî bandoreke rasterast a li ser moral û wijdanê mirov û civakan e. Ji her tiştî zêdetir xwedî vîna iqnayê ye ku rê nade mirov bi armancên bikaranîna wê bifikire. Ji lewra; sîstema parastina xweser a mirov û civaka tênegihaştî lewaz dibe û ji gelek cureyên nexweşî, xeterî û binkeftinan re dibe zemînek bi kêr hatî. Mirov baş têdigihêje xeteriya bomban û tankan û li hemberî wan ekolekî xweparastinê hildibijêre. Lê rêbaz û mekanîzmeyên ji bo şerên derûnî tên bikaranîn, eniyên êrişên psîkolojîk ji yên leşkerî pirtir, berfirehtir dikin. Di bineya armancên şerên derûnî de, civak bi hemû heyînên xwe yên sivîl û leşkerî tên hedefgirtin.
Di vê cureya êrişan de xapandin, derew û terorkirina beramberan cewaz û mubah e. Tê gotin ku di her du şerên cîhanê de, bi rêbazên tirsandin, rûxîna derûnî û êrişên çapemeniyê, şerê psîkolojîk bi ser ketiye. Fermandarê Alman “Romêl” ku yek ji zîrektirîn fermandarên leşkerî yên Hîler bû digot: “Rêberê serkeftî ew ê ku hişê dijminê xwe berî bedena wî kontrol dike”. Ev jî tê wê wateyê ku şerê derûnî çekeke ku di herdu zemanên şer û aşîtiyê de tê bikaranîn. Şerê psîkolojîk parçeyekî bingehîn ê şerekî berfireh e û ji ber vê yekê beriya şer, di dema şer û piştî şer de tê meşandin. Nakeve bin kontrola qanûn û kevneşopiya şerên klasîk. Çalakiyek domdar a demdirêj e.
Sala 2014’an dema ku desthilatdariya li Tirkiyê li hincetan digeriya ku pêvajoya diyalog û agirbestê birûxîne, alavên wê yên ragihandinê ji jêdereke ‘ewlekariyê’ yê nenas idîa kirin ku PKK’ê di nava salekê de 700 zarok revandine. Ji van derewên çapemeniya qesrê eşkere bû ku şerê taybet yê faşîzma Tirk li dijî gelê Kurd bi kar tîne derbasî qonaxek nû bûye ku li şûna astengiyên li ber diyalogên aşîtiyê rake, diyalogan asteng dike. Ji bo wê jî amadekirina zemîna raya giştî ya ku şer qebûl dike pêwîst dikir. Ji lewra derewa revandina zarokan derxist pêş ku fîgor bide civakê û hişê wê desteser bike. Heman tişt li dijî vîna Rojava û Sûriyê kir ku veguheriye jêdera kaosên mezin û bûye sersebebê qirkirina ziman û çandên resen ên herêmê. Dewleta dagirker a Tirkiyê hewl dide li herêmên dagir kirine de bi wan rêbazan xwe mayînde bike. Êrişî hevgirtina civakê û derûniya wê dike û her li pey têkbirina baweriya bi serkeftin û azadiyê ye ku çi şikandinek biçûk be jî dinepixîne.
Bi reklamên siyasî, şerê ideolojiyê, ajîtasyon, çewsandin, zextên aborî, destdirêjî û tadeyên cinsî hewl dide teslîmkariyê ferz bike. Çawa ku 2013’an serokê istixbarata Tirk “Fîdan” digot ku ew dikare di nav 15 deqeyan de hinceta êrişa li ser bakurê Sûriyê ava bike. Îro jî wezîrê şer ê heman desthilatdariyê hewl dide kuştina leşkerên xwe weke hincet bi kar bîne û asta gef û êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bike. Ango hewl dide qetilkirina zarok, jin, kal û pîran rewa bike û raya giştî li gorî wê ava bike.






