Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ebdo’yê 4 salî jî goriyê komkujiya Parîsê ye!

12/01/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Têkçûna Erdogan serkeftina gel e!
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Dewleta Tirkan ji bo sîstema demokratîk ya li bakur û rojhilatê Sûriyê ku di encama hevgirtina hemû pêkhateyan de hatiye damezirandin têk bibe, êrişên xwe zêde kirine. Piştî Zirgan û Til Temir û zirarên canî û malî ku li wir çêbûn, dewleta Tirkan berê xwe da Kobanê. Bi balafiran ciwan kirin amanc û şehîd xistin. Paşê jî li ber çavên hemû cîhanê û bi taybetî hêzên garantor (RÛSYA Û DYA) bajar û gundên Kobanê û Girê Spî bi dijwarî topbaran dike.

Di encama vê êrişê de welatiyekî sivîl şehîd bû û 15 birîndar bûn. Di nav de dîmenekî pir bi êş derket holê. Zarokê bi navê Ebdo Mistefa Henîfî yê 4 salî lingê xwe winda kir. Heger jiyan bike wê heta dawiya jiyana xwe astengdar be. Dîmen û wêneyên Ebdo ji aliyê çalakvanên malperên dîjîtal ve pir hate belavkirin. Ji dîmen û wêneyan hovîtiya dewleta Tirk diyar dibe. Di heman demê de xweş tê dîtin armanca wan kuştina sivîlan û valakirina herêmê ye.

Tişta hîn êşê zêdetir dike, ew e ku ji malbata Ebdo 5 kesên din birîndar bûn. Tevî belge û dîmen hovîtiya Erdgoan vedibêjin, Wezareta Parastinê ya Dewleta Tirk bi daxuyaniyan îda dike, ku wan 12 “terorist” kuştine. Di nerîna dewleta Tirk de ma dem ên têne kuştin kurd in, heta zarok jî teroristin. Armanca wê ya serke qirkirina gelê kurd e.

Ji bo hêzên garantor û bi taybet Rûsiya jî kî dimire û kî dimîne, ne girînge ya girîng bazarên xwe bi cih bîne û bi qasî pîvazekê sûdê ji dewleta Tirk bigre, ji wê re başe. Yenî wekî encam mirov pir rehet dikare bibîne, Ebdoyê 4 salî wekî sedan zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dibin qurbanên bazarên dewleta Tirk û Rûsiya.

Sûcdarên êşa Ebdo dewleta Tirk e, lê para mezin ji vê êşê di stuyê Rûsiya û civaka navdewletî ku beranberî êrişên dewleta Tirk bê deng in de ye. Bi vê bê dengiya xwe cesaretê didin Erdogan êrîşan pêk bînin.

Cesareta dewleta Tirkan û bêdengiya civaka navdewletî di êrişa Kobanê û bûyera Ebdoyê 4 salî de ku di dema gelê kurd Şehîdên Komkujiya Parîsê Sakîne Canisiz û hevalên wê bibîr tîne pêk hat. Li Parîsê kujer dewleta Tirkan e, ev  bi riya endamên MÎT’ê yên li Silêmaniyê ji aliyê HPG’ê  ve hatin girtin, hate aş kerekirin.  Lê Fransa bi behaneya kujer di girtîgehê de mir, dixwaze dozê bigre.

Ev helwesta Fransa di komkujiya Parîsê de eynî helwesta Rûsiya û civaka navdewletî ya derbarê êrişa Kobanê û yên  beriya wê Zirgan, Til Temir, Eyn Îsa û Şehbayê ye. Bi wate komkujiya Parîsê di nava 9 sal an de her xwe dubare dike. Ji lewma heger kujerên Parîsê hatin darizandin, wê demêm wê sûcarên jêkirina lingê Ebdoyê 4 salî û kujerên êrişên li dijî Kobanê, Qamişlo û Şengalê werin darizanin. Dibe hinek kes bêjin ev çi nerîne çi têkiliya komkujiya Parîsê bi êrişên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê heye.

Lê pêwîst e baş were zanîn hemû êriş û hewldanên qirker ên dewleta Tirkan ku li dijî glê Kurd tên kirin, yek konsept e û di çarçoveya komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an de pêk tê.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.