Farûk Sakik
Di sala 1976’an de hin şoreşger li Enqerê li baxçeyê zanîngehê rûniştibûn û li Abdullah Ocalan guhdarî dikirin. Jineke ciwan nêzî wan bû. Ji komê kesekî ji Dersimê ew nas kir û got, ev Sakîne Cansiz e. Dema me li Dêrsimê faaliyet dimeşand ev kes dihat cem me. Mala wan cînarê me bû. Dê û bavê wê li Almanya ne. Ji me pirtûk digirt û dixwendin.”
Sakîne jî hat û xwe da nasandin. Got, ez ji Dêrsimê me. Navê min Sakîne Cansiz e. Min ji mal baz daye û ev çend roj in ez hatime Enqereyê. Ez li Alî Haydar Kaytan û hevalên wî digerim. Ji min re gotin li vê derê dikarî wan kesan bibînî.”
Sakîne ji Enqerê derbasî Îzmîrê bû piştî çend mehan cardin vegeriya derbasî Elezîzê bû. Li vê derê dest bi xebatên rêxistinbûnê kir.
Sakîne Cansiz dîtibû ku jina Kurd û civaka Kurdistanê weke hev in, dişibiyan hev. Li Kurdistanê fikrê jinê, rêxistinbûna wê, lêgerîna wê û têkoşîna wê bi rastî jî tune bû. Jina Kurd ev jiyan jî ji bo xwe weke qeder qebûl kiribû. Di nava jinan de bêdengiyek hebû. Ji ber vê yekê tam jî di demeke wiha de hewldanên van ciwanan, pir girîng bû. Ev derketin û pêngaveke weha bû ku ew tevahî bêdengî û tarîtiya dîrokî parçe bibûya. Sakîne Cansiz bi vê yekê bawerî anîbû.
Rêwîtiya wê ya şoreşgerî li ser vê baweriyê dest pê kiribû. Di demekî de ku komek ciwanên Kurdistanê hên di bihara temenê xwe de bûn, ew nas kiribûn û bawerî bi wan anîbû. Gelek kesên ku Sakîne Cansiz di nav vê tevgerê de dîtin û jinên ku pêdiviya wan bi azadiyê hebûn, di nav partiyê de cih girtin. Û roj bi roj hejmara wan zêdetir bû û êdî Sakîne Cansiz pêşenga wan bû.
Sal derbas bûn pêvajoya zindanan dest pê kir. Ji zindanan dengê berxwedana wê bilind dibû. Berxwedana wê ya zindanan ne bi tenê li ser jinan li ser herkesî bandoreke mezin çêdikir. Piştî ji zindanan derket evcar li çiyayên azad û li Ewrûpayê têkoşîna wê dewam kir.
Ev kesayet û têkoşîna wê, bala dijmin jî kişandibû û ji bo vê yekê ew xistibûn hedefa xwe. Li zindanan û li çiya nikaribûn tune bikin, li Ewrûpa bi dû wê ketin. Erdogan di axaftinek xwe de nave wê bi lêv dikir ji dewleta Fransa wê dixwest. Dema ku ev yek jî nebû tetîkêşên xwe bi rê xist. Dema ku 9’ê Çileya 2013’an şehîd ket, têkoşîna wê wek mîrasek ji hemû kurdan re ma (ne bi tenê ji jinê Kurd re).
Rêber Apo, qetilkirina Sakîne Cansiz wekî Qetlîama Dêrsimê ya duyemîn pênase kiribû. Bi qetlîama Dersimê re nirxên cewherî yên gelekî, hebûn, çand, exlaq û nasnama wan bûn hedef. Hate xwestin ku helwestên wê yên asî, berxwedêr û stûyê xwe xwar nake, were qirkirin. Xwestin bi rûmeta gelekî re bilîzin.
Sakîne Cansiz roja ku biryar da ber bi Enqereyê bi rê ket ev rastiya li ser Dûrsim baş nirxandibû. Û di 9’ê Çileyê de dijmin xwest ji bo ku Sakîne bi şerê xwe dawî li van polîtîkayan wan neyne wê tune bikin.
Divê îro bi xwedîderketina têkoşîna wê, dijmin bizanibe hên jî negihîştine armanca xwe. Dijmin bila bizanibe di sala 1976’an de dema ku ji Dersimê bê malbata xwe çawa derbasî Enqerê bû, haya tu kesî ji wê tune bû û wê ji bi vê tunebûna xwe ji jinên azad re pêşengîtî kir, îro jî bi şehadeta xwe dixwaze vê têkoşînê bigihîjîne encamê.
Wê gotibû; ‘jiyana min her tim şer e’, ev şerê wê piştî şehadeta wê hê jî dewam dike.






