Fener…
Idrîs Henan
Bûyerên dramatîk li Kazaxistanê weke guloka berfê mezin dibin ku bi dehan kuştî û birîndarên her du aliyên rikber û hikûmetê çêbûne. Di heman demê de aborî felc bûye û rewşa awarte hatiye ragihandin. Tevî ku hikûmetê istîfa kir jî, lê rikberiyê ragihnad ku wê heya rûxîna sîstema heyî li ser piyan bin.
Pêşketinên bi lez li vî welatî ji bo Rûsyayê serêşiyek nû ye ku nakokiyên cidî bi rojava re ji ber kirîza Ukranyayê û niyetên NATO’yê ya ku hewl dide di bin sîwana kirîzê de hebûna xwe li herêmê berfireh bike, jiyan dike. Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê got ku ew ji nêz ve pêşketinan dişopîne û hêvî kir her tişt li xwezaya xwe vegere.
Kazaxistan ji bona Rûsya yek ji girîngtirîn komarên berê yên Yekîtiya Sovyetan e. Aliyê rûpîvan û kapasîteya dahatûyên xwezayî de, piştî Moskoyê ya herî mezin e. Her wiha aliyê stratejîk de ji Rûsyayê re ji Ukranyayê girîngtir e. Dirêjtirîn sînorên wê bi Rûsyayê er ne. Stasyona “Baykonor” a fezayî ya li jêr rêveberiya Rûsyayê li wir e. Çi têkçûneke hundirîn û tevliheviyeke siyasî li wir rû bide, dê bi awayekî xirab bandorê li berjewendiyê Moskoyê bike. Ji lewra, siyasetmedarên Rûs texmîn dikin ku Mosko wê rê nede Kazaxistan ji çarçoveya serweriya wê derkeve. Çi guherîneke desthilatdariyê li wir çêbibe, wek ku îro li Ukranya, deriyê ihtîmala çûyîna ber bi dijberan ve vedike. Ji ber vê jî Rûsya bi mudexeleya xwe ya lezgîn dixwaze rê li ber vê ihtîmalê bigire ku çi guherînên pêk werin di bin venerîn û kontrola Krêmlênê de bin.
Hinek nerîn dibêjin ku îro Kazaxistan li ber du riyan e; yan dê hikûmet xwepêşandanan di dergûşê de bipelixîne yan jî wê birûxe. Hinek jî rewşê weke bi fikar pênase dikin ku xala girîng xwe di dînamîzmên hestên xwepêşandaran de vedişêrin. Sedema sereke ya berbiçav bilindbûna buhaya gazê ye. Lê di bingeha xwe de reaksyona li dijî diyardeyên xeternak ên girêdayî sîstema hikumraniyê û kirîzên aborî, civakî, siyasî û exlaqî li Kazaxistanê ne.
Ihtîmalek mezin heye ku di encama mudexeleyên hişk ên pala xwe dane teoriyên “komplwar” de, xwepêşandan li tevahiya dewrûberê Rûsyayê belav bibin. Ev tê wê manê ku tevahiya dewrûberê Rûsyayê veguhere xelekek ji agir. Di heman demê de, eger ev senaryo jiyanî be dê di dîroka Rûsyayê ya piştî Yekîtiya Sofyetan şikestina duyemîn be. Ev jî nerînek mewzûbehs e.
Kazaxîstan yek ji welatên axêverên bi zimanê tirkî ye. Tirkiyê jî di herêmên bermahiyên Sofyetan de her di nava hewldana avakirina nexşeya “Rêxistina Dewletên Tirk” de ye. Ji lewra hinek çavdêr rola Tirkiyê di buyerên li Kazaxîstanê de dûr nabînin. Aliyê dîtir ve jî Tirkiyê endamekî NATO’yê yê misyoner ku bi rola “Kembera Kesk” li hemberî Sofyetan radibû. Ji lewra gelek gengaze ku li wê herêmê jî ji bo avakirina yekdestariyên gazê û bêbandorkirina serweriya Rûsyayê hatibe erkdarkirin?
Ji xwe lîkolînerên Rûs tesbît dikin ku tişta li kazaxistanê weke destwerdanek derve ya dişibe taktîkên NATO’yê ku beriya danûstandinên bi DYE û NATO’yê re yên çav li rêye di 10 Çile de li dar kevin, derbek dibin kemberê de ye.






