Sîpan Şînda
Me saleke din ji di paş xwe de hêla. Saleke ji bo cîhanê reş û tarî bû sala 2021ê. Lê belê ji bo Kurdan çar qet reş û tarîtir, şîn û girîntir, rev û beztir bû sala borî.
Gerdûn hemû ji ber nexweşiya vegir coronayê mexdûr bû û li hemû welatan tengiyên mezin hatin kişandin. Kurdan ji heman tengî ji coronayê dît. Lê belê tengiya Kurdan ne corona tenê bû. Herweha êrîşên xernexwazên Kurdan, dorpêçkirina neyarên Kurdan li herçar qetên Kurdistanê bê navber dewamkir. Li Rojava heroj hovan êrîşî gund û bajarên Kurdan kirin û kî kete li ber wan qetil kirin, malên wan şewitandin, gelek kes revandin û dirav ji malbatên wan standin û serwind kirin. Li Başûr dîsa heman êrîşkirin û talankirin hate pêkanîn. Gundên Kurdan hatin bombebaran kirin, Kurd di mala xwe de yan ji di nav dehl û zeviyên xwe de hatin qetil kirin, ji gundên wan bi darê zorê hatin derxistin, rêlistanên Kurdistanê hatin talan kirin û çiyayên poz bilind hatin repûrût kirin. Zarokên Kurdan di wan çiyan de hatin qetil kirin. Lê belê ya ji hemiyê nexweştir ji Kurd xwe bi xwe ketin bedena hevdu û birakujî dîsa di nava Kurdan de çêbû. Ev xetere hê ji dewam dike û Kurd bi çavên neyartî fedikin hevdu. Dîsa li Rojhilat kurd weke herdemê hatin daleqandin û di tixûban de hatin qetilkirin. Li Bakûr kuştin, qetlîama çandî û siyasî li ser Kurdan bê sekin hate meşandin. Bi hezaran kurd hatin girtin, bi hezaran avêtin girtîgehan de û gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de mirin. Heta niha ji nêzîkî du hezar kesên ku nexweşiyên giran bi wan re hene di girtîgehan de roj bi roj dihelin û pişt guhê tu kesê ji qet şil nabe. Bajêrvaniyên di destê Kurdan de dîsa ji destê wan hatin derxistin û gelek parlamenter û serok bajêrvanî êxistin di girtîgehan de. Doza girtinê li partiya Kurdan HDP ê hate vekirin. Herweha doz li ser bi sedan Kurdan ji ber protestokirina dagirkirina Kobanê ya ji aliyê DAIŞ ê ve hate vekirin û cizayên gelekî giran ji wan re têne xwestin. Mixabin rewşa Bakûr her ku diçe xirabtir dibe û Kurd her di bin zextêdenin û nikarin çavên xwe vekin. Gelek Kurdên yekîtîxwaz hewldan kirin ku Kurd yekîtiya netewî çêbikin. Gelek liv û bizav çêbûn, lê mixabin çi encam neda. Bi taybetî li Rojava partî û dezgehên Kurdan gelek hevdîtin di nava xwe de kirin, lê mixabin dîsa li hev nekirin.
Ka sala nû wê ji me re çi bîne! Gelek kesan daxwaza tiştên xweş kirine û hêvî ji sala nû hene. Lê ya rast, ji aliyê Kurdan ve çi hêviyên min bi xwe ji vê salê jî nîne. Dîsa heman Kurdên bikin qêrîn û gazî û bêjin ka bibin yek, lê belê çi desthilatdar wê guhê xwe nedine wan. Dîsa gund û bajarên Kurdan wê bêne bombaran kirin û Kurd wê bêne qetilkirin. Kurdê reben wê dîsa di nava rev û bezê de be. Termên zarokên Kurdan wê dîsa bikevin li erdê û rondikên çavên dayîk û bavên Kurdan wê weke kanî û cobaran bi herikin. Lê neyarên Kurdan wê zilma xwe ya li ser Kurdan dijwartir bikin, planên mezintir li himberî wan çêkin û xefikan li pêşiya wan danin. Wê neyar hewl bidin ku nakokiyên di nava Kurdan de kûrtir bikin û wan pitir berdin bedena hevdu. Lê Kurd wê dîsa ji hişyar nebin û agilê wan wê neyê serê wan. Xwezî hema di vê salê de aqilê Kurdan bihata serê wan ka ew çi dikin û ketîne di çi halî de besbî.






