Dilyar Cizîrî
Di rojên dawî yên sala 2021’ê de ragihandina dewleta Tirkan nûçeyek belav kir û got ku dewleta Tirkan li Urdinê bi hêzên hikûmeta Şamê re civîna ewlekariyê lidar xistiye. Ragîhandina fermî ya Rûsya jî ev agahî belav kirin. Balkêş e di roja ev nûçe hate parvekirin, dewleta Tirkan ya dagirker gund û navçeya Zirgan bi dijwarî topbaran kirin. Di encamê de jin û zarok jî di nav de 4 welatiyên sivîl şehîd bûn û hejmarek kes birîndar bûn.
Di wê rojê de jî şehîd û birîndar çêbûn û gelek zirarên madî di mal û milkên welatiyan de çêbûn. Ev jî baş nîşan dide Dewleta Tirk her bi Rûsiya re dicive planekî li dijî herêmên Rêveberiya Xweser datîne.
Eger careke din vegerin nûçeya civînê, tê gotin dewleta Tirkan xwestiye êrîşî Rojava bike, hikûmeta Şamê jî xwestiye êrîşî Idlibê bike, hemû bazarên wa jî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. Dewleta Tirk jî dixwaze peymana Edenê ya di navber rêjîma Sûriyê û dewleta Tirk de hatibû imzekirin, sererast bike. Li gorî wê jî destwerdan û êrîşên xwe yên li ser xeta sînor bi firehiya 35 Km, li şûna 5 Km bixe meriyetê.
Tişta vê isbat dike, cihên têne topbarankirin di aliyê ezmanî ve girêdayî Rûsiya ne, pir bi hêsanî dikarin destûrê nedin dewleta Tirk êrîşan pêk bînin.
Di heman demê mirov heger pirs bike çima Rûsiya û hikûmeta Şamê herêmên Idlib û bakurê Helebê ku di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk de ne topbaran û bombebaran dikin. Çima herêmên Rêveberiya xweser tevî leşkerên wan jî birîndar bin, bê helwest dimînin.
Amerîka ya di sala 2019’an de bi fermana Serokê wê demê Tramp rê da dewleta Tirk êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî bike, wê demê qaşo peyman bi Erdogan re danîne û êdî nema êrîşî herêmên dike, hişt QSD’ê vekşe û xendeqên wan ên Serêkaniyê temirandin, niha li Til Temir û gundên herêmê digerin. Çend roj berê dewriyên wan li Dirdara a Til Temir û gihan gundên El-Xan ê Zirganê, lê dewleta Tirk di heman rojan de topbarana xwe ya li ser herêmê dewam kir. Ev topbaran piştî sozên leşker û fermandarên Amerîkî dan şêniyên herêmê pêk hat.
Di vir de armanca min ew e ez bibêjim diyar e ne Rûsiya û ne Amerîka heta niha naxwaz in aramî û ewlekarî li ser xaka Sûriyê pêk were. Ev ji nêzîkatiya wan a ji berxwedan û rêxistina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dibe. Her kes dizane û vê yekê dibêje, heger Amerîka bixwaze dikare êrîşên dewleta Tirk rawestîne. Rûsiya jî dikare zextê li Rûsiya bike û riyên çareseriyê bibîne.
Ji ber wê her çendî plan, êrîş û embargoya li ser herêmê tê meşandin, pêwîste gelê herêmê baweriya xwe ne bi amerîka û ne jî bi Rûsiya bîne. Hêviyên gelê herêmê hêz û rêxistina wan e. Heger şêniyên herêmê hevgirtina xwe ne parêze wê xwe bike mehkûmê berjewendî û bazarên aliyên siyasî, lê heger gel rêxistina xwe bi hêz kir, wê bi hêsanî hemû plan û lîstokên wan vala derbixin.
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di pratîka ezmûna 10 salên derbasbûyî êdî têgihiştiye bazarên wan çawa têne rêsan û bi çi armancê bazar dibin. Ji ber gelê herêmê di ezmûna xwe ya deh salan de bi sedhezaran di navbera şehîd, koçber û birîndaran de dane. Li ser wî esasî wê niha jî tekoşîna xwe bidomîne û rê nedin êrîşkaran bi hêsanî gavan bavêjin.






