Rojnameya Ronahî

Edhem Omer: “Rakirina destana Derwêşê Evdê ji materyalên perwerdeyê xizmeta dijmin dike”

Jiyan Ebas-Qamişlo

Endamê Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hûner ya bajarê Qamişlo Edhem Omer diyar kir ku rakirina destana Derwêşê Evdê ji materyalên perwerdeyê yên başûrê Kurdistanê, li ser daxwaziya dijmin e da dîrok û çanda Kurdan bihelînin û got, ‘eger îro destana Derwêşê Evdê rakirin wê sibê zimanê kurdî jî qedexe bikin.”

 

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Hikumeta başûrê Kurdistanê 12`ê Kanûnê ragihand ku bi egera “Bêrêziya li hemberî ola islamê” destdana Derwêşê Evdê ji materyalên perwerdeyê yên sala bê rakirine.

Yekgirtûya Îslamî di parlementoyê de derbarê gotina Derwêş ya “Ez ji ola islamê dûr im” ji hikumeta başûrê Kurdistanê daxwazî kir ku lêborînê ji misilmanan bixwaze.

Destana Derwêşê Evdê destaneke kurdî ye. Tê de qehremanî û rûmetê destnîşan dike. Destan ji nifşekî derbasî nifşekî din bûye û gelê Kurdan di her civata xwe de gotiye. Êdî mirov dikare bibêje ku destan nîşana xeta berxwedanê ye ku gelê Kurd di pêvajoya dîrokê de daye meşandin.

Têkilarî mijarê endamê Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo Edhem Omer ev nirxandin kir: “Armanc ji rakirina destana Derwêşê Evdê ji materyalên perwerdeyê yên başûrê Kurdistanê, pêkanîna daxwaziya dijmin e. Lewra Derwêş şervanekî Kurd bû û li dijî dijminan şer dikir.”

Edhem Omer da zanîn ku Derwêşê Evdê bi piştgiriya xayînan bi destê dijmin hat kuştin û bi navê heskirinê li dijî wî komployek hat plankirin. Armanc tinekirina lehengên Kurd bû.

Edhem da xuyakirin ku li ser lehengiya kurdan gelek serpêhatî û çîrok hene, ku ji nifşekî derbasî nifşê din bûne û axaftina xwe wiha domand: “Lê yek ji van çîrokan di materyalên perwerdeyê yên başûrê Kurdistanê de nîne. Ev jî li ser daxwaziya dijmin pêk tê ku hewl dide dîroka Kurdan ji holê rake.”

Edhem Omer bal kişand ser helwesta hikumeta başûrê Kurdistanê û wihagot: “Hikumeta başûrê Kurdistanê xwestekên dewleta tirkî pêk tîne. Lewra eger niha destana Derwêşê Evdê ji materyalên perwerdeyê were rakirin wê sibê xwendina bi zimanê kurdî jî were qedexekirin.”

Omer herwiha got, divê Kurd parastina dîroka xwe bikin û li gorî şert û mercên doza xwe tev bigerin. Her wiha parastina destkeftiyên bi saya şehîdan hatîn bidestxitin, bikin.

Endamê Navenda Çand û huner Edhem Omer wiha got: “Destana Derwêşê Evdê, qehremanî û berxwedana li Şingalê hatî kirin, di dîrokê de hatine nivîsandin. Lê dijmin dixwaze vê dîrokê bi destê Osmanî, faşîst û xayînan ji holê rake.”

Edhem Omer da zanîn ku dijmin dixwaze wê berxwedana bêhempa ya Kurdan di pêvajoya dîrokê de raber kirî ji meteryalan rake da heta hetayê were jibîrkirin.

Têkildarî helwesta PDK`ê Edhem ev nirxandin kir: “Xayînên ku destekê didin dijmin, xizmeta berjewendiyên dijminê gelê Kurd dikin. Lewra destaneke wiha dîrokî ku balê dikişîne ser berxwedana Kurdan ji materyalên perwerdeyê radike. Armanc ji vê yekê jî ew e ku di bîr û bala zarokên me û nifşên bê de nemîne.”

Edhem got, berûvajî xayînên bi hevkariya dijminan dîrokê dihelînin, bi hezaran yên wekî Derwêşê Evdê hene û parastina xak û dîroka xwe dikin.

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Hikumeta başûrê Kurdistanê destana Derwêşê Evdê sala 2007-2008`an li materyalên pewerdeyê zêde kiribû.