Rojnameya Ronahî

Bi sedan şêniyên Tirbespiyê şehîd Şervan Şedadê veşartin

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Şervan Şedadê bi merasimekê spartin axê.

 

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo beşdarî merasîma cenazeyê şervanê YPG`ê Avram Somî (Şervan Şedadê) ku di 9’ê Kanûnê de li Hesekê dema ku erka xwe pêk dianî şehîd bû, bûn û ber bi goristana Suryanan a li bakurê navçeyê ve ketin rê.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ebdî Xelef bal kişand ser fedekariya mezin a şervanên YPG’ê û YPJ’ê ji bo parastina destkeftiyên gel.

Piştre fermandarekî Hêzên Parastina Gel Heqî Bahoz diyar kir ku dilsoziya bi xwîna şehîdan di kesayeta şehîd Şervan de ye, ku çeka birayê xwe yê şehîd hilgirt da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêze.

Bavê şehîd Qasim Somî jî soza şopandina rêya şehîdan heta têkbirina hemû komployên ku hewl didin vîna gelên herêmê têk bibin, da.

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatên şehîd hate kirin.

ANHA