Rojnameya Ronahî

Malbata Gulo: Di 40 rojiya 3 şehîdên komkujiya Hilêliyê de em bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin ku erkê xwe pêk bînin

Jiyan Ebas-Qamoşlo

Îro (19.12.2021) saet 9:30an, bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, ji bo şermezarkirina komkujiya dewleta tirkî ya dagîrker li dijî malbata welatparêz “Malbata Gulo” li bajarê Qamişlo bi balafirê kirî, meşek li dar xistin.

Êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê bênavber didomin. 9`ê Cotmeha îsal bi balafireke bêmirov li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo malbata Gulo ku li Rojava malbateke welatperwer û xwedîked û xwedîşehîd tê nasîn kir amanc. Di vê êrişê de ji vê malbatê sê kes (Yûsiv Gulo, Mezlûm Gulo, Mihemed Gulo) şehîd bûn. Şêniyên bajarê Qamişlo di 40 rojiya her sê şehîdên komkujiyê de bang li civaka navneteweyî kirin ku hesab ji sûcdaran bixwazin.

Meşê ji çerxa Mûnîr Hebîb dest pê kir û heta ber deriyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dewam kir.

Meşê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re li ser navê malbata Gulo, Gûlîstan Gulo daxuyaniyek da û wiha got: “Sûcên dewleta tirkî yên li ser xaka Sûriyê gihîştine asta sûcên li dijî mirovayiyê. Di raporên rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî de sûcên dewleta tirkî yên li dijî gelên Sûriyê hatine diyarkirin.

Dewleta tirkî sûcên xwe didomîne. Destê dewleta tirkî di kûrbûn û dirêjkirina aloziya Sûriyê de heye. Ev li hemb erî bêdengiya navneteweyî dihat kirin ku gihîşt asta ku balafirên bêmirov bikarin sivîlan bikin amanc. Herî dawî di êrişa ser endamên malbata Gulo de sê kes şehîd bûn.

Em bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî dikin ku sivîlan biparêzin. Herwiha edaletê pêk bînin û lêpirsîneke zelal vekin da bigihîjin dadgeheke navneteweyî ya serbixwe û adil ku tê de hesab ji sûcdaran were xwestin.

Em amade ne bi aliyên navneteweyî re hevkar bin da belgeyan li ser sûcên dewleta tirkî pêşkêş bikin.”

Di dawiyê de malbata Gulo daxuyaniya xwe radestî komseriya NY ya Karûbarê Penaberan kir.