Rojnameya Ronahî

Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, 43 Sal û Xweziyek!

Konê Reş

 

“Xwendin û nivîsandin: Xort bin, pîr bin, heçî nizan in divê, dest bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe biki û nebêjin qeweta min nagihe vî îşî; ez heq ji vî îşî dernayêm. Tiştê ku zaroyên heft, heşt salî dikarin xort û mirovên sere jî dikarin. Gerandina îş û karên me, heke ji destê me nayê; îş û karên me naçin serî, dawiya me di destê xelkê de perîşan bûne. Li Bêrûdê dibistaneke kurdî heye; panzde mirov ketine vê medresê; di nava wan de xortên 20 salî û peyayên 40-45 salî hebûn. Ew di nava sê mehan de hînî xwendin û nivîsandinê bûn û îro Hawar û Ronahiyê dixwînin. Xebat şêr e, te dest avêtiyê dibe rovî..”

Mîr Dr. Kamîran Bedirxan/ Rojnameya (Roja Nû), hejmar 11, sal 1943

Erê.. Werin, em xwediyê van gotinan Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan bîr bînin.. Evê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên kurdan re geş dibû, bi têkçûnên wan re, xemgîn dibû û dilê wî dihat givaştin..

Wî ji Stenbolê dest pê kir.. Bi Mêcer Nowêl re li bakurê Kurdistanê geriya.. Navê wî di lîsteya 150 kesî de, bidarvekirinê, ji aliyê kemalîstan ve hat derxistin.. Ji neçarî digel bav û birayên xwe, xwe li mîrekên Berazan (Meqtelê/ Kobanî), girtin.. Li Almanya xwendina xwe bir serî.. Li Beyrûdê rojnameya (Roja Nû) û (Stêr) weşandin.. Li Parîsê, di zanîngeha (Sorbonê) de zimanê kurdî parast.. Li Ewropa, nûneritiya tevgera Barzanî kir.. Di lihevhatina 11ê Adara 1970î de, Barzanî jê xwest bibe cîgirê serokkomarê Iraqê, lê ew razî nebû, bi tenê xwest ku bibe mamosteyê zimanê Kurdî di dibistaneke çiyayê Şingalê de..

Dawî, ew di roja 04/12/1978an de, berî 43 salan, di koçberiyê de li Parîsê koça dawî kir.. Berî ku bimire, termê xwe kiribû diyarî ji fakultên bijîşkî re li Parîsê..! Anku ew bê gor e! Ew jî wek piraniya ap, bira û pismamên xwe di mişextî û zîvariyan de mir.. Xwendevanno! Ku ez û te yekî wek Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bîr neynin, ma wê kî bîr bîne..?! Miletê ku lehengên xwe ji bîr bike, ew milet ne xercê jiyanê ye.. Xwezî peykerekî wî jî, di Parka Xwendinê de li bajarê Qamişlo bihata danîn.. Yezdanê mezin wî û tev lehengên Kurd û Kurdistanê bi dilovaniya xwe şad bike..