Thursday, July 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwepêşandêrên Sêmalka: Şehîdên me nirxên herî pîroz in, emê van nirxan biparêzin

26/11/2021
in NÛÇE, Uncategorized
A A
Xwepêşandêrên Sêmalka: Şehîdên me nirxên herî pîroz in, emê van nirxan biparêzin
Share on FacebookShare on Twitter

Xwepêşandêrên li Sêmalka ragihandin ku wê heta radestkirina cenazeyên şehîdan ji aliyê PDK’ê ve, çalakiya xwe bidomînin û gotin, şehîdên me nirxên me yên herî pîroz in, em çalakiyên ji bo parastina van nirxan ranewestînin.

 

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê ji 23’ê Nîsanê ve berdewam in. Dewleta Tirk di van êrişan de bi destekdayîna PDK’ê çekên kîmyewî bi kar tîne.

PDK ne tenê agahiyên istîxbaratî dide dewleta Tirk a dagirker, lê belê êrişan jî li dijî gerîla pêk tîne, mîna kemîna Xelîfanê ya di 28’ê Tebaxê de pêk aniye, ku di encamê de 5 gerîla şehîd bûn û di nav de şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên ji Rojava ne.

Li dijî wan kiryaran, gelê Kurd ji 5’ê Cotmehê ve çalakiya xwepêşandanê li deriyê Sêmalkayê li dar dixe û banga radestkirina cenazeyên şehîdan dike.

Aljî Şêx Silo yê ji Hesekê ku beşdarî çalakiyê bûye, diyar kir ku xwepêşandana wan li ser banga Meclisa Malbatên Şehîdan pêk tê. Çalakî di roja 55`an de ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan dewam dike.

Silo kiryarên PDK’ê şermezar kirin û teqezî li ser berdewamkirina çalakiyên li dijî xeta îxanetê kir.

Silo di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye kir ku beşdarî çalakiya konvendanê bibin heta ku daxwazên xwepêşandêran a radestkirina cenazeyên şehîdan pêk werin.

Endamê Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya kantona Hesekê Mihemed El-Ayid destnîşan kir ku ne ji mafê PDK’ê ye cenazeyên şehîdên Kurdistanê li cem xwe bigire. El-Ayid got: “Divê PDK’ê cenazeyên şehîdên ku li ber xwe dane û di oxira doza Kurdistanê û gelê wê têkoşiyane, radest bike.”

El-Ayid da zanîn ku şehîdên wan nirxên herî pîroz in, ji lew re ew ê çalakiyên ji bo parastina van nirxan ranewestînin.

ANHA


 

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.