Sala 1990’an siyasedmedarên Kurdan hatin cem hev û bi navê HEP partiyek saz kirin. Hezîrana sala 1991’an jî Vedat Aydin wek serokê HEP’ê yê Amedê hat hilbijartin. JÎTEM’ê ji bo kuştina Vedat Aydin biryar dabû. Demek ji bo revandin û kuştina wî hin amadekarî destpêkiribûn. Dihat şopandin. Kontrgerîlla di 2 yê Tîrmehê de li dora mala wî di keşfê debûn. 2 roj piştî vê keşfê tîmek tê amadekirin û ev tîm wek polîs bi şev saet 23.45’an li ber deriyê Vedat Aydin bûn. Hevjîna wî Şukran Aydin derî vekir. “Min derî li wan vekir, min dît ku 3 kesin. Yek bêtêl di dest wî de û 2 kes ji bi çek bûn. Yê ku bêtêl di dest dabû min baş bala xwe dayê. Ev kes min di meş û mitîngan de dîtibû. Ji bo ku min digot ev Polîsên hîç guman di min de çênebûn. Ez derbasî hundir bûm min ji Vedat re got, têlefonî derek bike paşê derkeve. Got, na ji ofîsa siyasî hatine, di demek kurt de wê min berdin û ezê werim.Vedat Aydin, hevalek xwedî tecrûbe bû. Gelek caran hatibû girtin û berdan. Lê piştî ku ew birin ez ketim nav gumana”. 6’ê Tîrmehê parêzer û rayedarên partiya HEP’ê ketin nav hewldanan û li Vedat Aydin geriyan. Serî li gelek meqamên fermî dan. Lê van saziyan hemû bersivek dida; “Vedat Aydin ne di binçavan de ye û di derbarê aqûbeta wî de di dest me de tu agahî tune ne”8’ê Tîrmehê agahiyek belav bû û dihat gotin ku li nêzikî Madenê cesedek hatiye dîtin. Malbat û hevalên Vedat Aydin berê xwe dane Madenê. Malbat teşhîs kir ku ev cesed, cesedê Vedat Aydine. Di encama otopsiyê de eşkere bu ku berî kuştinê îşkence lê hatiye kirin¬ û piştre bi 8 gulleyan hatiye qetilkirin. Endamê JÎTEM’ê îtirafkar Mûrad Demîr di doza kuştina Vedat Aydin de wiha behsa wê roja revandin û kuştinê dikir: “4’ê Tîrmehê Cem Ersever hat got, operasyon heye. Min, Hadî Çelîk, Îlhan Çelîk girt û em birêketin. Min got qey li herêmek çoldarî operasyon heye. Îsmet Yediyildiz û Cem Ersever dema gotin emê Vedat Aydin bigirin û lêpirsîn bikin, min texmîn kir ku dê wî bikujin. Hin îtirafkarên ku di nav wan de Hasan Adak, Îmanim û Bûlent hebûn em bi sê wesayitan çûn mala Vedat Aydin. Hasan Adak, Îmanim û Bûlent bi bêtêlan çûn Vedat ji mal girtin anîn û em ber bi Xarpêtê birêketin. Wesayita Cem Ersever di rê de ket pêşiya me û me ew şopand. 10 km mabû ku em bigîhijin Madenê, em ber bi çiya meşiyan. Ersever got, lêpirsîn bikin, ez ê berdestê sibehê vegerim. Me dest bi lêpirsînê kir. Wî digot “ Hûn nikarin tu tiştek ji min bigirin. Ezê neaxivim” Îşkence hetanî sibehê dewam kir. Dema ku me dît neaxaftinê de israr dike, me ew bire Madenê cihek bêdeng, peya kir û li bin pirekê ew înfaz kir. Hasan Adak tetîk kişand.“
EWROJ…
9’ê Tîrmehê ji aliyê HEP’ê ve, ji bo “merasîma cenaze” amadekarî hatin destpêkirin. Rojek berê ji gelek deveran mirov pêl bi pêl ber bi Amedê herikîn.10’ê Tîrmehê li Amedê hemû darebeyên dikanan girtî bûn. Li çend noqteyan mirov bi wesayitên xwe komdibûn û ji bo girtina cenaze karwanê wesayitan amade dikirin. Li aliyek din jî, çar aliyên bajêr ji aliyê polîs, esker û tîmên taybet ve hatibû dorpêçandin. Konvoya ku cenaze ji Madenê girtibû, ji 6 hezar wesayitan pêk dihat. Dema ku ev konvoy vegeriya û ket bajêr, bi girseya ku li Amedê kom bibûn, gihîştibû 100 hezarî. Serê konvoyê gihîştibû Gorristanê lê dawiya konvoyê hê jî li taxa Seyrantepeyê bû. Li Amedê serhildan hebû. Dema karwan gihîşte nêzî qereqola “Mardîn Kapi” hêzên dewletê yên mat mayî dest bi êrîşan kirin. Ji qereqolê û ji ser bircên bedenê, gel gullebaran dikirin. 20 deqîqe ev êrîş dewam kir. Di encam de ber deriyê qereqolê bibû gola xwînê. Mirî û birîndar hebûn. Kolanên Amedê bûbûn wek qada şer. Piştî ku cenaze hat definkirin, Fehmî Işiklar û Midûrê Emniyetê li ser belavbûna girseyê li hevkirin. Dema ev hevdîtin dewam dikir, li ser bedenan êrîşa duyem destpêkir. Ji bo ku aliyê goristanê û aliyê qereqolê hatibû girtin, mirovan ji neçarî xwe ji kendalan ve diavêtin jêr. Gelek kes ew şev li Baxçeyên Esfel şeva xwe derbaskirin. Di serhildana Amedê de hin kes bi çekan hatin kuştin, hin kes wendabûn û gelek kes jî birîndarbûn. Dora rojê Wezîrê Karê Hundir Abdûlkadîr Aksû di daxuyaniya xwe ya fermî de digot, 8 mirî û 30 birîndar hene. Lê li gor şahidan 30 kes hatibûn kuştin û bi sedan kes jî birîndar bibûn.
ÎROJ…
Piştî Vedat Aydin li Kurdistanê kûştinan destpêkir. Ev rêxistina ku dewletê avakiribû, her roj li kolanan kurd qetil dikirin. Îroj, dema desthilatdariya faşîzma AKP’ê ye. Îro jî wek salên 90’î êrişî siyasedmedarên kurdan dikin. Her çiqas îroj neyên kûştin jî, lê bi awayek din li derveyî siyasetê têne hiştin. Îro jî gelek siyasedmedarên kurdan di girtîgehan de ne û gelek wan ji ber pêla zilma vê faşîzmê welat terikandin.
Kurdan, Vedat Aydin wek yekemîn şehîdê demokrasiyê qebûl kirin. Her sal di salvegera vê rojê de, li ser gora wî ji aliyê hevalên wê ve tê bibîranîn.
Farûk SAKIK