Thursday, July 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li heber êrişên dewleta tirkî yên qirkirinê, li Qamişlo meşek hat darxistin

24/10/2021
in NÛÇE
A A
Li heber êrişên dewleta tirkî yên qirkirinê, li Qamişlo meşek hat darxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Jiyan Ebas-Qamişlo –


Bi hezeran şêniyên bajar û bajarokên Qamişlo, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirkî ya faşîst yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê daketin qadan û  bang li Netewên Yekbûyî kirin ku ‘Qada ezmanî ji bo êrîşên tirkan bigire’.

Êrîşên dewleta tirkî ya qirker yên li hember bakur û rojhilatê Sûrî bê navber dawam dikin. Herî dawî duh bi balafirên xwe yên şer, seyareyekê sivîlan hedef girt û di encamê de jî 3 sivîl şehid bûn.  Li hembar van êrişên hov yên dewleta dagirker,  îro saet 10’an li Qamişlo, meşekê girseyî li taxa Kornîş dest pê kir û heya li ber deriyê rêxistina Netewên Yekbûyî dewam kir.

Piştre Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo Mehsûm Hesen axivî û wiha got: “êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û başûrê Kurdistanê  hêza gelê Kurd naşikîne û tu caran nikaribe vîn û îradeya gelê me ya bi hezarê salan bişkîne . Êrişên ser başûrê Kurdistanê, tev bi çete û hevkarên Tirkiyê tên kirin. Tiştên ji aliyê dewleta tirkî ve li bakur û rojhilatê Sûriyê dibin, li ber cavê tevayiya cîhanê û rêxistinên Netewî tên kirin. Qaşo dibêjin em parêzvanên mafê mirovan in û behsa aştî û demokrasiyê dikin. Em jî ji van kesan re dibêjin ka aştî, ka demokrasî. Mixabin cîhan tev li hember êrişên dagîrkeriya li ser Kurdan bêdeng e. Balafirên Tirkiyê rojane xaka Kurdistanê bombebaran dikin. Ka wijdan û mirovayî, ka Neteweyên Yekbûyî.”

Mehsûm Hesen axaftina xwe wiha qedand: “dewleta Tirkan xwe li ser qirkirina gelên Rojhilata Navî, ava dike. Ji ber wê divê hikûmeta başûrê Kurdistanê û teybet jî PDK’e ji tevger û xiyaneta ku li gelê xwe dikin, şerm bikin. PDK û dewleta dagirker wê nikaribin siyaseta qirkirinê bidomînin. Emê li kêleka şervanên xwe bin û rojane li qada bin, heta em vê siyasetê pûç bikin û dagîrkeriyê rakin. Em dibêjin ji xiyanetê re na, bimire dagîrkerî.”

Bi durişmeya ji xiyanetê re na, bimre dagirkerî meş bi dawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.