Hilbijartin, stuneke demokrasî ye, parlamento jî nayê wateya hebûna demokrasî. Li Iraqa Saddam, Suriyeya Esed jî parlamento hebûn, îro jî li Tirkiyeya Erdogan parlamento heye…Di van serdeman
de demokrasî nebû û nîne.
Li Tirkiyê hilbijartin çêbûn, lê demokrasî ne hat. Berê jî nebû, bi hilbijartinan re jî ne hat. Hêvî hebû, lê nebû!…
Helbet, cûdatiyeke hilbijartinên 24ê Hezîranê heye û giring e. Li hemberî faşîzm û terora dewletê, îradeya gel derkete holê. Di heman demê de, diktatorî-otorîteya yek kesî, faşîzma heyî jî hate meşrû kirin.
Bi vê hilbijartinê re, li Tirkiyê, “baweriya ola tirkî, (ne îslamî) û paşverûtî ” hate erê kirin. Navê dewletê, dîse komar e… Cimhuriyye, cemahîr, yanî gel!… Gel deng da, lê xeyal, hêvî, bawerî û otorîte tevlîhev bûn.
Di civakên modern de bazar, dewlet, saziyên civakî û raya giştî heye. Li Tirkiyê dewlet û bazar hebû… Raya giştî “reaye” bû… Gel bikêrî karkirin, bac û bêcê û çûne leşkeriyê tê. Dewlet her tişt e, desthilatdarî jî, bi navê dewletê her tişt e.
Vê carê, di hilbijartinên 24ê Hezîranê de, Kurdan da xuya kirin ku, li Tirkiyê gel jî heye. Kurdan nîrê dewletê û desthilatdariya otorîter û despot şikand. Dewletê, bi hemû hêza xwe, desthilatdariya AKP-MHPê, bi hemû çete û kontrayên xwe, medya ku berdevkiya şer dike, bi hemû hunerê xwe êrîşî gel kirin. Armanc, HDPe di bin benda hilbijartinê de hiştin bû; şikandina îradeya gel bû. Plan faşîzan bû, lê pratîk demokratîk e. Yanî faşîzma demokratîk!..
Sahîh e ku parlamento, hilbijartin, her dem nayên wateya hebûna demokrasî!…
Lê gel, paşverûtî, sirr û razê li derî ademiyetê, li derî exlak, li derî şaristani, hiquq û edaletê parçe kir. Kurdan, eniya demokrat, wek civakek modern, kolektîf haraket kir, îradeya xwe danî holê, benda hilbijartinê li erdê yeksan kir û HDPe şande parlamenê.
Dîse jî em nikarin bêjin, demokrasî hate Tirkiyê…
Gel îradeya xwe danî holê, lê hêza serdest dewlet û desthilatdarî, armanca ku danine pêşiya xwe (dagirkeriya Kurdistanê, qirkirin û paşverûtî) didomîne. Ji aliyekî ve operasyonên qirkirin û dagirkeriyê dewam dikin; ji aliyê din ve, celadên desthilatdariyê îradeya gel tehdîd dikin.
HDPe îradeya gel e, li hemberî hemû hesabên paşverû, otorîter û kujer (wek Sirucê), bi îradeyek xwedî hêz derkete holê. Dîse jî, dewlet û desthilatdariya faşîst, bi devê celadê serdema Çîller-Gureş- Axar, Suleyman Soylu, ew îrade tehdîd kir. Suleyman Soylu, Wezîrê Karên Hundir e; yanî ji ewlekariya hemû hemwelatiyan, ji rêkûpêkiyê, ji aramiyê berpirsiyar e. Hêzên çekdar yên dewletê, bi giranî bi wî ve girêdayî ne. Vî celladî, piştî hilbijartinê Hevseroka HDPê Perwin Buldan bi kuştinê tehdîd kir. Piştî dijberiyan jî, Soylu, li gotinên xwe xwedî deket û di şexsê HDPê de, wek serokê xwe Erdogan, gelê Kurd tehdîd kir.
Tirkiye, her dem pesnê xwe bi dewleta modern û mezin dide… Balkêş e, li Tirkiyê, modernîtê, şaristanî û dewleta mezin, wek hêza leşkerî, dagirkerî, talan, wêranî û kuştin tê fêm kirin. Gelo ev nav, ne di wateya despotîzm û otorîtê de ne?
Gelo em dikarin bêjin, Tirkiyê, ji hilbijartinan wek dewletek modern, laîk û demokratîk derkete holê? Yan jî wek dewletek hiquq derkete holê? Û Skandal: Leyla Guwen berdan, piştî 10 deqîqeyan, dîse girtin. Ji bo demokrasî, tenê dîplomat, parlamento, burokrat, medya, bazar, navê komarê, serokkomar, leşker û medya ne bes in.
John Keine, di “Medya û demokrasî” de, gotinên rojnamevanê “Gazzete de Leyde” ku di sala 1784an de, ji Stembolê nivîsandine mînak nîşan dide; “Yek ji rêbazên desthilatdariya despotîlk, gel ji pêşketinên cîhanê, ji bûyerên derdora wan diqewimin, xeşîm-cahîl bihêlê ye.” El zahîr!…
Medya tirk, zaroka despotîzm û otorîteya dewleta Tirk e, bi xwînê xwe xwedî dike, doh jî, îro jî celladan destek dike.
Medeni FERHO