Hediya HISÊN-Qamişlo
Roja Duşemê li Hola Zana ya bajarê Qamişlo, bi beşdariya 200 nûnerên rêxistinên civaka sivîl yên bakur û rojhilatê Sûriyê, kongreya damezirandinê ya Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl hat lidarxistin. Kongreyê du rojan (17-18 Cotmeh) dewam kir.
Armanca lidarxistina kongreyê ew e ku Hevbendiyeke Rêxistinên Civaka Sivîl yên bakur û rojhilatê Sûriyê ava bibe û ji bo hevbendiyê jî komîteyek bê sazkirin.
Derbarê mijarê de bijîşk Nasir Hec Mensûr ev nirxandin kir: “Ji ber tevlîheviya çerxa
siyasî û pêşketina civaka sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê, herwiha zor û zehmetiyên ku civakên herêmî rûbirû dibin, lawaziyên di nava civaka sivîl de û ji bo ku civaka sivîl di avakirina demokrasiyê de rola xwe bilîze kongre hat lidarxistin.”
Hec Mensûr di dewama axaftina xwe de got, nûnerên rêxistinên civaka sivîl pêwîstî bi hevbendiyekê dîtin. Ev 9 heyv in amadekarî ji bo damezirandina Hevbendiya Civaka Sivîl dihat kirin. Gelek civîn hatin lidarxistin, da ku em gavekê li pêş bavêjin û di karê xwe de pêş bikevin.
Hêjayî gotinê ye ku di konferasê de hilbijartin çêbûn, herwiha fermandarê hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdê li ser Skybe nerînên xwe ji bo damezirandina hevbendê parve kirin.






