Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê hilbijartin pêk hatin. Lê tevî ewqas êrîşên faşîzan ku li ser HDP’ê hatin kirin jî, HDP’ê serkeftineke mezin bi dest xist û bi hêjmareke zêde parlementer cihê xwe di meclîsê de girt. Lê hêzên faşîzan-sedemên xwe yên cuda hebin jî bi encamên hilbijartinan ve girêdayî, çi ji bo gelê Kurd çi jî ji bo tevahî hêzên demokratîk û muxalîf, niha şûn ve xeteriyên mezin hene.
Em niha de bêjin ku, hilbijartinên 24 hezîranê, ne hilbijartinek ji rêzê bû. Li gorî hinekan hilbijartinek mirin-mayînê bû. Ji bona wê jî hêzên faşîzan hewldan bi hilbijartinên serdegirtî rewşa xwe saxlem bikin. Wek me li jor jî anî ziman-sedem çi dibin bila bibin-encamên hilbijartinan ji bo tevahî kurdan bi xeteriyan tijîne. Heta encamên hilbijartinan ji bo hemû Rojhilata Navîn bi xeteriyan dagirtiye.
Faşîzma ku xwe bi salan dixwest sazî bike, milê hukukî de êdî xwe sazî kir. Dibe ku di hinek mijaran de kêm û kurtiyên wan hebin, lê faşizm gavek nû avêt. Û ev gava ji bo herkesî bê xêr e.
Faşîzma ku xwe li tirkiyê de sazî kir, di serî de li dijî Kurdan e. Dîsa li dijî Jin e. Li dijî Civakê ye. Li dijî Demokrasiyê e. Li dijî rengan e. Li dijî baweriyan e. Çiqasî Antî Kurde di axiftinên kesê bi navê Soylu ango Bêasil diyar e. Niha de siyasetmedarên Kurd bi kuştinê tehdît dikin û vê jî eşkere îfade dikin. Çiqasî Antî Demokratîk e, di erîşên dijî muxalefetê de diyar e.
Lê faşîzma xwe sazî kirî xeteriya wê ya herî zêde ew e ku, şer hê bêtir îxracî derve bike. Êdî tu cihên Rojhilata Navîn di şert û mercên faşîzma Tirkên Kesk û Tirkên Reş de ne ewle ye. Êdî her cih dibe ku bibe qada şer. Em bizanin ku hêzên faşîzan-li hemû cihanê-li ser xwînê ango li ser şer xwe avadikin û didin jiyîn. Rastî ev e.
Rastiyek din jî heye, faşîzma reş û kesk, herî zêde li ser dijmintiya kurdan xwe dide jiyîn. Û herî zêde di tunekirina kurdan de hebûna xwe dibînin. Bi gotinek din, hêzên faşîzan çendî û çiqasî kurd lewaz bibin, wiha yeqîn dikin ku wê ewqasî bi hêz û bi bandor bin.
Erê, ji ber vê feraseta faşîzan, hedefa yekem ya faşîstên kesk û reş, Kurd in. Erdnîgariya Kurdan e. Çi Başûr, çi Rojava, çi Rojhilat û çi jî Bakûrê Kurdistan e. Ango tevahî Kurdistan e. Û di Kurdistanê de bêyî cudayî hemû Kurd in.
Rastî ev e. Di vê mijarê de tu rastiyên din ji derveyî vê nîn in. Rastî, dijmintiya Kurdan e.
Bêyî ku em dirêj bikin, ji bo Kurdan êdî xeterî ji heman deman bêtir in. Heta demên mayîn û nemanê ne.
Bi kurtahî; bêyî ku hêncet werin pêşxistin, êdî pêwîste ku hemû Kurd bi wateya gotinê, teqez bibin yek. Him jî bêyî ku yek deqîqeyek were dereng xistin!
Em gotinên şaîrê mezin Cîgerxwîn yên wek; “Em nebin yek emê herin yek bi yek” îcar bêtir hildin berçavên xwe.
Qasim ENGÎN