Li Brukselê yek ji zîrveyên dîrokî yên Yekitiya Ewrupayê di rojevê de bû. Tiêta di sere me kurdan de ma ya ji vê civîna lîderên welatên ewrupî ew bû ku careke din pere dan rejîma Tirk a dictator û di ser de jî Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel sipasî Tirkan kir. Lewara dîrokîbûna vê lutkeyê, ji ber mijara pênaberan bû.
Krîza koçberan a li Ewrupayê di meha dawî de veguhezîbû koregirêkekê. Keêtiyên bi mirovên muhtacî alîkariyê tijebûn, ji hemû welatên deryayê yên Ewropayê hatibûn qewitandin. Di nava hukumetan de polemîkên giran hatibûn jiyîn. Pêşniyarên li ser awayê paşdeşandina pênaberan di devê polîtîsyenên rastgir ên hemû welatan de bûn û hedefa wan jî polîtîkayên yekitiyê bû.
Di encamê de jî lîderên Ewrûpî gotin riya li pêşiya hatina Ewropayê ya pênaberan ewê ji niha û pêve bêtir were astengkirin. Di nava biryarên rayedarên ewrupî de herwiha danûstendineke xurt a bi welatên cîhana sêwemîn re jî heye.Bi taybetî, ew welatên xwediyên ketin û derketina pir a koçberan hedefa rayedarên Ewrupî ne ku tê xwestin ev welatên han bêtir sînorên xwe biparêzin û ji bo kontrola sînoran ewê Ewrupa Alîkariya wan bike.
Hewldana herî mezin a di vê çarçoveyû de jî, avakirina kampên li derveyî axa Ewropayê ye. Weke Tirkiyeyê dixwazin li welatekî Afrîkaya Bakur weke Fas û Tûnisê navendeke wergirtin an jî paêdeşandina koçberan ava bikin.Dîsa di nava van tedbîran de vegera, pênaberan jî mijareke din e ku tê xwestin ji bo pênaberan li welatên wan vegerînin mekanîzmayeka xurt biafirînin. Ewê bi welatên din re li ser dayina agahiyan û kontrolkirina belgeyan hhevpeyman werin çêkirin û ewê hertim bi van welatan re di nava hevkariyê de bin.
Lîderên YE’yê dixwazin ji bo van tedbîran pêk bînin butçeyekê jî ava bikin. Tirkiye piştî wergiritna 3 milyar Euroyî, wê pareke din jî ji vê butçeyê bigre. Lewra xweş di bîran de ye ku çawa bi dirêjbûna şerê navxweyî yê Sûriyeyê re, bi milyonan koçber ji ser Tirkiyeyê dan ser rêya YEyê û vî tiştî têkiliyên Tirkiye û YEyê tengijandibû. Niha jî ev mijar çekeke bi tesîr a di destê rejîma Erdogan de ye.Li nava YEyê kesên ji vê polîtîkayê nerazî, gelek in û dayina van pereyên ji bo Erdoganê şantajê li wan dike, gelekî bi wan zor tê. Lê dest mecbûr e. Lewra Almanyayê ev yek qebûl kiriye. Di meha borî de Wezîrê Karê Hundur ê hevparê hukumeta Merkel ê ji Baviyerayê Horst Seehofer, gotibû ew du hefteyan wext dide Merkelê ku çareseriyekê jib o şandina pênaberan bibîne. Çareseriya wê dêt jîm tevî paêdeêandina koçberan a Yunanîstanê bû. Yunanîstana muhtacî alîkariya Almanyayê ye jîji mecbûrî qebûl kiribû. Bi wî şertî ku rê li pêşiya derbasbûna ji Tirkiyeyê were dîtin. Çareseriya vê yekê jî naskirina dîktatoriya Erdogan bû ku Merkel her jê re hazir e. Jixwe Merkel di sala 2016’an de gelek caran çûbû Tirkiyeyê û desteka xwe ji Erdogan re eşkere kiribû. YEyê weke hercar çavên xwe li bêhiqûqiya li Tirkiyeyê, pêkutiya li ser Kurdan û girtina kesên mûxalîf girtibû û bi vî awayî di navbera Tirkiye û YE’yê protokola penaberan hatibû îmzekirin. Erdoganê bû xwediyê vê rewadîtina Ewropiyan, wê êdî zulma xwe her zêdetir bike.
Bûrhan ERDEM