Binefş Sarya
Ew ji bo jiyanê biparêzin bênavber di nava berxwdaniyê dene. Eger em li kesên ku bi awayên asayî jiyan dikin binêrin her mirovek di nava rojê de an sê caran, an zêdetir û kêmtir xwarinê dixwin. Lê herî kêm her mirov rojê carekê be jî pêwîstiyên bedena xwe pêk tîne û li gorî daxwaziya dilê xwe derdikeve derveyî wan çar dîwarên xaniyan û li gorî pêwîstiya bedena xwe ji rojê vîtamînê digire. Lê mixabin kesên ku ji milê dijiminên xwe ve hatibin girtin an jî binçavkirin ew çendî bixwazin jî nikarin li gorî pêwîstiyên xwe derkevin derve, li ber rojê rûnin an jî dema dilê wan dixwaze nikarin çend demjimêran li derve bimînin û di nava xwezayê de bigerin. Jixwe li bajaran jiyana mirovan her kêlî di binê çavdêriya hinek kesan de ye, lê li gel vê dema mirov girtiyê doz û bîrdoziyekê be wê demê rewş hê bi awayekî çorstir tê jiyîn. Kesên ji bo azadiya fikirên xwe tê dikoşin bêguman bedelên giran jî didin. Em ji dîroka mirovahiyê bigirin heya roja îro werin bi awayekî berfireh û bi qasî herikîna lêhiyan emê nimûneyên van bibînin. Lê di sedsala 21ê de em vê rastiyê hîn bi awayek vekirîtir dibînin û dijîn. Rêber Apo ji 2011’an heya niha di binê tecrîdeke girankirî de tê girtin û ji 5’ê Nîsana 2015’an heya niha bi ti awayî hevdîtin pê re nayê kirin. Her dema ku dewleta tirkî dixwaze bi behaneyên cihêreng cezayên disiplînê an jî li gorî dilê xwe di binê navên cuda de cezayan li Rêbertiyê dibire. Li beramberî vê tecrîda girankirî di her demekê de girtiyên azadiyê an jî em dikarin bêjin şervanên heqîqetê li beramberî vê bêmafiyê bêdeng namînin û dikevin rojiyên mirinê an jî “birçîbûnê”. Ya rast em ji van rojiyan re nikarin bêjin rojiyên birçîbûnê, ya herî rast em dikarin navê van rojiyan bikin rojiyên berxwedanê an jî rojiyên jiyanê. Kesên ku di nava çar dîwaran de têne girtin ji derveyî bedena wan û vîna wan ya azad tişteke din di destê wan de nehatiye hiştin, heta gelek caran bedena wan jî ne di destê wan de ye, ger dijimin bixwaze dikare bedena wan işkence bike û gelek rêbazên dermirovî li ser bedana wan pêk bîne. Li beramberî ew çend hovîtî û dermirovahiyê ev 282 roj in şervanên heqîqetê li beramberî tecrîda girankirî ketine rojiyên berxwedanê. Dema ez li ser vê rewşa xwebirçîhîştinê difikirim, wiha dibêjim; jixwe ev birçîmayîn ne rewşeke ji rêzê ye, eger vîneke mirov ya pir xurt û baweriyeke mirov ya bihêz tinebe ne gengaz e ku mirov bikare ew çend roj xwe bêxwarin bihêle. Ger armanca mirov azadî be û ji bo wê azadiyê jî bedelê wê bedena mirov be jî wê demê bê dudilî mirov bedena xwe feda dike. Li beramberî vê berxwedana girtiyên azadiyê, em kesên li derve ne û li gorî pêwîstiyên bedena xwe, xwe têr dikin, digerin û rojê dibînin gelo em çi dikin û bi kîjan rêbazan şerê azadiyê didin meşandin? Ya rast pêwîst e em her roj pirsa çawa dijîm ji xwe bikin û li gorî wê jiyan bikin.






