Sîpan Şînda
Wêne, ango şahidê rojên xweş, sehtên bi keyf û şahî, hişmendiya mirovekî ya herî biqîmet û rastîparêz. Erê wêne rastiyê diparêzin. Ew ne tenê rastiyê diparêzin, herwiha ew rastiyê di hundirê xwe de dihewînin. Ji demê bigire hetanî cihî, ji derûniyê bigire hetanî qurmîçekên ketîn eniya mirovî, ji rewşa mirovî ya aborî bigire hetanî jiyana mirovî ya rojane û herwiha çîn û têkiliyên mirovî ji wêne didin dest. Her wêne bûyerek e di jiyana mirovî de. Bûyerek welê ye ku ne hewceyî ti şahid û delîlên din e. Ew bixwe şahid û delîla herî mezin ya nemir û ne derewker e. Dema mirov bixwaze lêkolînekê li ser wê qewimînê bike, mirov dikare hemû tiştên ji mirovî re lazim di wêneyî de peyda bike.
Em ji cihî dest pê bikin. Mirov nikare di wêneyekî de cihî bike qet û şîrove bike. Ji ber ku ew cih hemû bi hev ve girêdayî ye. Dema tu bixwazî vê bikî, tu delîlan ji holê radikî. Yê cihî bike qet û şîroveyan bike, radihêle yekîtî û kesayetiya wêneyî. Belê her wêne kesayetiyek ya wî heye. Cih ber be, ax be, çiya be, gelî be, esman be, daristan be, erdekî dîrokî be, çem be her çi dibe bila bibe ew yekîtî û kesayeta wêneyî diparêze. Gelo kî dikare di wêneyekî de esmanên şîn ji çiyayekî, ji daristanekê, ji çemekê, yan jî ji geliyekî veqetîne? Ew esman û deşt di wêneyî de gihane yek û bûne cihek.
Ya duduyan dem e. Dem, ango kêliyên di jiyana mirovî de diherikin û diçin. Dem herikbar e, qet nasekine. Lêbelê di wêneyî de dem jî disekine. Ew hêza wêneyî heye ku demê di sekinîne û dibe hakimê wê. Ji ber wê dem li hemberî wêneyî bêhêz e. Ew dema ku wêne tê de hatî kişandin her ew dem e. Ji ber wê dem di wêneyî de exsîra wêneyî ye. Erê ew kêlî ji bo wêneyî û şîrovekarê wêneyî girîng e, lêbelê ya girîngtir ew e ku saxlemiya parastina demê û cihî bi hev re ne. Me got dem êxsîra wêneyî ye, lêbelê cih jî zîndana demê ye. Cihî dem zetim kiriye û nahêle ew dem êdî biherike û di wê derê de qerisandiye. Ji qerisandinê wêdetir parastiye. Demsal, rewşa hewayê, xweşî û nexweşiya demsalê hemû di wêneyî de zelal in.
Wêne parastvanekî bêhempa ye. Ji temenê mirovî bigire hetanî cilûbergên mirovî, hetanî ken û awirên mirovî, hemû derûniya mirovî ya di wê kêliyê de ew datîne ber mirovî. Jiber wê wêne delîlê rastiya sehtê yê resen e. Di cih û demê de wêne hakimekî gelekî adil e. Ew çi xiyanetê li çi kesî nake. Ne çi delîlan vedişêre û ne jî çi delîlan li ser ve zêde dike. Min ne bawer e ku tişteke din bikare bi qasî wêneyan derûniya mirovî dayne ber çavan. Ew dema ku wêne hatî kişandin, mirov di çi rewşê de ye, wêne wê baş datîne meydanê. Xemgînî, kêfxweşî, belengazî, bendewarî mirov dikare hemûyan di wêneyî de bibîne. Dema mirov li wêneyan dinêre û wan şîrove dike, ew kêliyên wê gavê li ber çavên mirovî zindî dibin û mirov wan kêliyan jinûve dijî. Ka mirov di wê kêliyê de çi hizir dikir, mirov di nava derûniyeke çawa de bû, mirov rojeke çawa derbas kir û hwd. bi saya serê wêneyî mirov wan hemûyan di ber çavên xwe re diborîne. Ew ne tenê keyfxweşiya mirovî herwiha bextreşiya mirovî jî diparêzin.






