Farûk Sakik
Di van rojan de peyva ‘Parastina Kurdistanê’ ket rojeva Kurdan. Ji bo parastina Kurdistanê pêngaveke nû hat destpêkirin. Ev gotin berî 40-50 salan ji bo Kurdan xeyal bû. Kurdistaneke me ku em biparêzin tinebû. Kurdistana bindest jî nedihat parastin. 40-50 salan berê xeyalên me yên Kurdistaneke azad hebûn û ji bo vê têkoşînekê dest pê kiribû. Heger îro jî em behsa Kurdistanê bikin, ji ber ku ew xeyalên me pêk hatine. Kurdistaneke ku em biparêzin heye.
Xeyalên me yên Kurdistaneke azad bi avakirina PKK’ê û pişt re jî bi pêngava 15’ê Tebaxê, rojbiroj ber bi azadiyê ve çû. Li Başûr, Rojava, Şingal, Mexmûr Kurdistaneke azad hebû. Têkoşîna Kurdan hin encam girtibû.
Li Bakurê Kurdistanê jî heta 2015’an Kurdistan azad bû. Gelek destkeftiyên Kurdan peyda bûbûn. Rojbiroj jî ev zêde dibûn. Dewleta Tirkan, di binê rejima nijadperest, faşîst ya AKP-MHPê de, ji vê yekê aciz bû û piştî amadekirina hemû plan û pêwendiyên xwe heman salê, şerek li dijî Kurdan da destpêkirin, li Bakurê Kurdistanê dest danî ser hemû destkeftiyên Kurdan.
Lê di roja me de hê jî negihîştiye wê mexseda xwe ya bingehîn. Ev dewlet, bi kîn û dijminatiya xwe ya hovane, li dijî gelê Kurd bêyî ku cudatiyê bixe navê, hemû Kurdan dike hedef. Îro jî di hedefa wê de Başûr, Rojava û Şingal hene. Ev heremên azad ku bi berdêlên mezin hatine avakirin, di hedefa dagîrkeran da ne. Ji bo ku ev heremên azad werin parastin, pêngava ‘Parastina Kursdistanê’ ket rojevê.
Pêngava parastina Kurdistanê ji aliyekî ve parastina destkeftiyan e, li aliyê din jî parastina heremên azad yên di hedefa dagîrkirina dijmin de ne.
Dewleta Tirkan ya dagîrker, di 24’ê Nîsana 2021’ê de bi hemû hêzên xwe ve dest bi êrişa ser herêma Zap, Avaşîn û Metîna yên başûrê Kurdistan kir. Ev der navendeke parastina Kurdistanê bû û ji bo vê yekê bûbû hedef. Peyama wê rojê zelal bû digotin; ‘Me çawa li Tirkiyê di 24’ê Nîsana 1915’an de qirkirina Ermeniyan pek anî, emê wisa Kurdan jî qir bikin’.
Gerîla jî ji bo parastina Kurdistanê şer dikir û di hedefa dijmin de bû. Diviya Kurdan jî ev gerîla biparastan. Hûnê bipirsin, hêzeke parastinê çawa tê parastin? Bersiv: Avakirina yekîtiya neteweyî ye. Ji holê rakirina siyaseta li kêleka dijmin cîhgirtin e. Li dijî neyarên neteweya Kurd û lîstikên wan xwedîbûna yek helwestî ye… Dema ku ev pêk werin wê di şer de, ji bo gerîla bibe enerjî, moral û motîvasyoneke mezin.
Bila Kurd weke hemû mirovên vê dinyayê di nava xwe de xwedî bîr û baweriyên cuda bin, lê gava mijar bû parastina Kurdistanê, dive hemû bibin yek.
Niha li dijî dagîrkeriya dewleta Tirkan, dem dema seferberiya neteweyî ye. Şerê ku ev bi mehan e, li herêma Zap, Avaşîn û Metîna bi dijwarî didome, rasterast ji bo dagîrkirina başûrê Kurdistanê ye. Piştî başûr jî gavbigav dagîrkirina hemû Kurdistanê ye. Gerîla ev yek dîtiye ji bo vê yekê parçeyek şerê wan jî parastina başûrê Kurdistanê ye. Kurd ne li benda NY, NATO, Lîga Dewletên Ereb, Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê ne ku werin pêşî li êrişên dijmin bigirin, da ku Kurdistanê biparêzin. Ji ber ku ew bi bêdengiya xwe piştgirî didin dijminê Kurdan.
Divê Kurd ji bo parastina Kurdistanê bendewariyeke wan ji derve tinebe. Dive Kurd bi hêza xwe bawer bin û ji bo parastina Kurdistanê gerîlayên xwe biparêzin.






