Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Jİ NÊZ VE”

05/09/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Platforma Şamê û opozisyona bêçare

Ednan Mustafa

Di 28 vê mehê de, di binê navê “Platforma hêzên opozisyona hundirin ya Sûrî” li paytexta Sûrî Şamê kombûnek hat li darxistin. Helbet bi gelemperî piştî daxuyaniya serokomarê Sûrî Beşar El Esed, ya derbarê nenavendbûna Sûrî de platform û kombûnên wiha bên lidarxistin tiştekî girîng e. Lê, ji wê girîngtir dema hemû pêkhateyên siyasî, civakî yên Sûrî bi îradeya xwe beşdar bibûna, wê encameke cuda bi xwe re bianiya. Lê, wisa diyar e aliyê ev platform organîze kirî û giranîya beşdarên wê ji îradeya wan zêdetir, çarçoveya ku ji bo wan hatiye xêzkirin tevgeriyane.

Aliyê ev platform saz kiriye kesê bi navê Mehmûd Mirhî ye. Gelo Mirhî kî ye? Û ev insiyatîfa lidarxistina platformeke wiha ji kê giritiyê?. Helbet destpêkên naskirina kesayeteke wiha wê rê nîşan bide û armanca xebateke wiha wê diyar bike.

Mehmûd El Mirhî Kî ye?

Mehmûd El Mirhî sala 1957’an li gundewarê Şamê hatiye dinyayê û beşa hiqûq li li zaningeha Şamê xwendiye. Endamê Mekteba siyasî ya Partiya Yekîtî Sosyalîst a Erebî ye. Li ser navê  Rêjima Sûrî, beşdarî civînên Cinêvê dibe û hemû civînên li derveyî Sûrî bi navê rêjimê li gel opozisyona Sûrî beşdar dibe. Herî dawî, di hilbijartina meha Gulana 2021’ê de wek namzetê serokomarê Sûrî, bû berbijêrê serokomariya Sûrî, lê bi ser neket.

Wisa diyar e rola ku ji aliyê rêjima Sûrî hti dayîn, Mehmûd El Mirhî hîna temam nekiriye. Destpêkê weke ku li Sûrî demokrasî hebe, bi şanoyekê ew kirin namzet, lê di vê demê rejimê hewl dida ku sewrweriya xwe li ser tevahî Sûrî zêde bike. Ji bo wê kesên weke Mehmûd El Mirhî careke din derxsitin ser dika şanoyê.

Stratejiya Rêjimê çi ye?

Bêguman rêjîma Sûrî dema dest bi pêngaveke wiha kir û organîzeyeke wiha li dar dixe, ji daxuyaniya serokkomarê Sûrî Esed ya 16 Tebaxê ne qut e. Stratejiya rêjîma Sûrî bi piştgiriya Îran û Rûsya li ser du bendan tê meşandin.

Benda yekê; rêjîma Sûrî dixweze Rûsya û Îran bigire pişt xwe û careke din serweriya xwe li ser bakur û rojhilatê Sûrî bisepîne. Ji bo vê yekê rêjîma Bees giranî daye komcivînên xwe bi yekineyên Bees yên li herêma Dêrazorê, Hesekê, Reqa û Qamişlo. Rêjîm dixweze li rex serweriya leşkerî, bi riya Beesiya û serokeşîrên Ereb yên herêmê civakê bigire aliyê xwe. Ji bo vê yekê giranî daye xebatên xwe yên civakî.

Benda duduyan;  xebata rêjîmê li ser opozisyona Sûrî ye. Aliyekî vê xebatê li ser Rûsya û Tirkiyê dike û dixweze opozisyona derve bêbandor bike. Ji bo ji bin baskê tevgera îxwan derxe. Di rojên pêş de hin hevdîtinên veşartî û eşkere bi opozisyona Sûrî û dewleta dagirker a Tirkiyê re jî dike. Baskê xebatê ya rêjîma Sûri yê din, xebatên wê li ser opozisyona hundir e. Ji bo vê yekê di dema dawiyê de bi riya partî û kesayetên qaşo navê xwe dikin opzisyona hundir, bi gelek kesên li herêma xweser dijîn weke rewşenbîr, partiyên siyasî ku di nava rêvebiriya Xweser, PYNK û ENKS’ê re hevdîtin kirin ku wa îkna bikin ji bo beşdarî platforma  diyaloga Sûrî- Sûrî bibin. Her wiha partiyên din ku xwe weke serbixwe dibinin, weke partiya Pêşveru, Partiya Wihdê û partiya Ciwan û Geşepêdanê jî hevdîtin bi wan re hatin kirin û name ji wan re hatin şandin ku beşdarî vê platfromê bibin.

Xîtaba Rêjîma Sûrî, nehatiye Guhertin

Bi giştî ji derveyî hin kesayetên ku têne naskirin bi alîgirên xwe ji rêjîma Sûrî û patriya Ciwan û geşepêdana bi serokatiya Perwîn İbrahîm, ti kes beşdarî vê kombûn û Platfroma Şamê nebû.

Weke di encama platforma diyaloga Sûrî- Sûrî me dît, hem ji kesên beşdar û nameyên wan û hem jî ji aliyê ku organîzeya Platformê kirine û pêngaveke nû derneket holê. Platforma mijara gotinê ji Xîtabên giştî û gotinên gilover derbas nekir. Ji ber armanc û encama vê paltaformê beriya ku bê li darxistin diyar bû. Belevoka encama platforma diyaloga hêzên opizisyona hindur zêdetir, palatformeke peyama rêjîma Sûrî ji civaka Sûrî re û sînorên peyamên kevin derbas nekir. Careke din Rêjîma Sûrî, bi navê vebûna ber bi çareseriyê hem opizisyona Sûrî ya hindurîn xapand û hem jî gelê Sûrî. Lê mixabin carekî din ev yek bi destê Sûriya û kesên weke Mehmûd El Mirhî û hin partiyên bûne dûvikê Rêjîma Sûrî ev yek kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.