Idrîs HENAN
Bi mebesta bicihanîna hinek armancên ne rewa, kirêt û neqanûnî, çeka herî bikêrhatî ajîtasyon û propagandaya reş e. Ev ajîtasyon yek ji stûnên şerê psîkolojîk yên dijmin û xizmetkarên wî ye ku bi armanca têkbirina aramiyê û rewakirina neheqiyê tê kirin. Ev cureyê êrişên derûnî ku bi zanista hatiye xesibkirin re mezin û nepixiye, bûye sebebê yekê ya pevçûn, cudahî û kûrkirina kaosê. Gotegotên wisa di binyada xwe de tendirustiya ferd û civakê hedef digirin. Ango bi niyeta desteserkirina giyana heyî tê kirin ku mirov maşîneyekê jî derbas neke. Ancax bi talîmat û pêlêkirina hinek pêlekan re tev bigire. Derveyî van pêlêkirinan ti şansekî wî yê lebitîna azad nîne.
Ta ku mirov wan derewan ku vînê aramnc digirin bêbandor bike, pêwîst e nebe qetek wan derewan. Yanê; ne bibe amûrek parvekirinê û ne jî beşdarî nava wê gola genî be. Bi nêzîkatiyên xwe dispêrin hişmendiya azadiyê ku xwe li dûrî gola ajîtasyonan digire, ancax mirov û civak bi ser bikevin. Ji bona wê jî pisporên derûnî, li cîhanê dibêjin; ‘pêwîst e civak bi rêbazên dersdayîn, semîner û ravekirinê bê agahdarkirin û zanekirin’. Bi şêwazên perwerde û şêwirmendiya li ser bingeha agahdarî û jêhatîbûnê ku hêza kontrolkirina hestan û serweriya li ser ajîtasyonê bide avakirin, ku rola objektîv a di belavkirina ajîtasyonê de û hevkariya bi navenda wê re tê birîn û paropagandya reş vala û bêtesîr dibe. Di heman demê de roleke girîng di avakirina hişmediya civakî ya ku her tiştî li gorî qalibê pê hatiye çêkirin, qebûl nake û aqilê xwe yê analîtîk jî bi pêş dixe.
Bi aloziya li Sûriyê re, di aliyê demografîk de guherînên bi kok li ser cografyayê rû dan. Ev kiryarên han ku li gorî hemû zagon û qanûnên navneteweyî û gerdişên civakî û mirovî sûc in, him ji aliyê rejîma Baas û him jî ji aliyê hêzên mudexeleker ve hatin sepandin. Paralelî wê, ta ku ev kirinên han bicih werin, artêşek kurtêlxwar û kirêgirtiyan hate avakirin. Ji hemû cins, netew û olan bûn. Aliyê siyasî, ragihandin û têkîliyên giştî de dixebitin. Çawa ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn fîrmeyên ewlekariyê ji bo kirêgirtiyên leşkerî û ewlehiyê çêbûn, ji bo kirêgirtiyên Sûriyê jî fîrmeyên nandoziya siyasî û ragihandvanî ku pereyên here bilind ew distînin, hatin avakirin. Kesên derveyî van fîrmeyan jî dixebitin weke “kirêgirtiyên serbixwe” bi nav dikin! Êdî dixwaze navê wan partî, rêxistinên siyasî, akademisyen an rojnamevan be, xem nake, hemû jî karmendên wê fîrmeyê ne.
Di civaka me ya Kurdan de ew yek beloq û gelek berbiçav bûye ku jê çorstir tiştek nemaye. Kesên rewatî dane dagirkeran û piştgiriya sûcên wê kirine ji qewmên din wêdetir kirêgirtiyên Kurdan e. Kesên ku îro bangên vegerê li koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dikin, dîsa ew in. Ne tenê bang dikin, di nava hev de ketine pêşbirkekê ka kî dikare bandorê ji yê din pirtir bike û giyana mirovan diyarî celadan bike!
Çawa ku me destpêkê gotibû ku ancax bi rêbazên perwerdê û zanekirinê rê li ber van fîrmeyên propagandaya reş bê girtin, hevgirtin û rêxistina civakê jî rola mertal di valaderxistina van ajîtasyonan de dilîzin. Ji lewa re jî; tevî bandor û encamên biêş ên kirêgirtiyên Kurdan, lê di giştî de gihan rewşa ‘îflasê’. Ew jî li hemberî vîna gelan encamek xwezayî ye. Ji bilî qîreqîr, cirecir, dizî, derew, kopyebûn û rizînê ti çarenûseke wan a dîtir nîne.






