Zekî Bedran
Em di nivîsa xwe ya hefteya borî de li ser daxuyaniya B. Esed ya derbarê ragihandina hikumeta nû de rawestiyabûn. Ev daxuyanî ji aliyê rêveberiyên bakur-rojhilatê Sûriyê û Kurdan ve erênî hat nirxandin. Lewra Esed di wê axaftina xwe de diyar kiribû ku wê Sûriye weke berê bi navendî neyê meşandin û bi egera zêdebûna nifûsê diyar ragihandibû ku divê rêveberiyên herêmê werin xurtkirin. Esed di wê axaftina xwe de behsa demokratîkbûn û reforman nekiribû. Digel wê axaftina wî erênî hat nirxandin. Diyar e ku eger rejim ji bo guhertinê gavê biavêje derdorên piştgiriyê bidinê hene.
Me jî di nivîsa xwe ya berî niha de diyar kiribû ku, di rejima Beesê de, ango di sîstema yekpartiyê de wê demokrasî pêş nekeve û bandora rêveberiyên herêman tinebe. Herwiha me diyar kiribû ku ji bo ku rêveberiyên herêmî rola xwe bilîzin divê sîstema siyasî bê guhertin. Me gotibû, ji bo vê divê herî kêm zemînekî ku derdorên berfireh nîqaş bikin bê afirandin û destûreke nû ango peymaneke civakî bê amadekirin. Lewra di nava sîstemeke yekpartî de bi pînekirinê pêdiviyên gel pêk nayên. Guhertinên ji bo bînstandin û qezenckirina demê ji bo sîstema yekpartiyê çareseriyên mayînde naafirînin. Herwiha li pêşiya yekîtiya welat û hatina derdorên civakî yên berfireh gel hev rê venake.
Li Tirkiyê her çiqas rejimên leşkerî, rewşa awarte û zordestî hebin jî sîstema pirpartî qebûl kiribû. Heta ji bo ketina Yekîtiya Ewropa bi salan mijûl xebitî. Bi hilbijartinan hikumet guherî, partiyên cuda rêveberî xistin destê xwe. Saziyên ewropî hatin vekirin lê nava wan nehat demokratîkkirin. Ya herî girîng jî pirsgirêka kurdî nehat çareserkirin. Her tim di nava şer û aloziyê de çû û hat. Di her du hilbijartinên dawî de digel zordestiyê jî HDPê ku bi giranî Kurd in, gelek şaredarî xistin destê xwe. Ev hilbijartin li gorî qanûnên Tirkiyê hatibûn kirin. Digel wê hikumeta Erdogan û Bahçelî di hilbijartina berî ya dawî de dest danî ser nêzîkî sed şaredariyan. Yên hatîn hilbijartin ji kar hatin dûrxistin û gelek ji wan xistin zindanan. Di hilbijartina dawî de jî dest danî ser şêst şaredariyan. Qanûn û destûr tine hesab kirin.
Mînaka Tirkiyê ku li holê ye, li Sûriyê di sîstema yekpartiyê de wê meclisên herêmî çiqas bibandor bin? Wê partiyên cuda bi awayekî azad bikarin xwe bi rêxistin bikin û tevlî hilbijartinê bibin? Wê hilbijartî bikarin erkên xwe pêk bînin? Ev pirsên girîng in. Eger demokrasiyeke rast û hilbijartinên azad çênebin wê rêveberiyên herêmî nikaribin çalak bibin û rola xwe bilîzin. Dîsa û kesên Beesê diyar kirîn werin ser kar. Ev jî ji bilî pêkanîna pêwîstiyên Beesê wê bi kêrî tiştekî neyên.
Li Sûriyê herêmên xweser sîstemeke bibandor û demokratîk ava kirin. Li van herêman rejima yekpartiyê nîne. Gelek partî hene. Hilbijartin dibin. Hilbijartî herêmên xwe bi rê ve dibin. Nîqaş, rexne û rexnedayîn hene. Her ku diçe çandeke demokratîk çêdibe. Em nikarin bêjin her tişt temam e, lê sîstema meclisan ya ji tevayiya Rojhilata Navî re bibe mînak ava bûyeû binyateke saxlem hatiye danîn. Di van meclisan de Ereb, Kurd, Asurî, Ermen û civakên din, di nava aştiyê de bi hev re dikarin bijîn. Rewşenbîr û ciwan dikarin xwe bi rêxistin bikin. Gelo wê rejima Sûriyê mafê jiyanê bide van pêşketinan? Wê rêveberiyên herêmî li ser hêmanên demokrasiyê ava bike? Eger ev neyên kirin wê tiştên B. Esed gotîn ji boyaxkirina rejimê pêve bi kêrî tiştekî neyên.
Li aliyê din divê yên li Şamê rûdinin bizanin ku eger pêşiya demokratîkbûnê negirin û di vê rê de gavekî piçûk jî biavêjin, wê kesên piştgiriya wan bikin hebin. Kesên rejim wan bi xayîntî û hevkariyê sûcdar dike, wê ew jî gavên erênî red nekin. Gelên Sûriyê berdêlên giran dan. Pêdiviya gel bi aştî, aramî û demokrasiyê heye. Bi milyonan mirov bûne koçber û di çadiran de di nava tirs û xizaniyê de dijîn. Beşeke girîng ya welat ji aliyê dewleta tirkî û çeteyên bi fermanên wê tev digerin ve hatiye dagîrkirin. Riya yekana ya Sûriyê bigihîne hev, dawiyê li şer û aloziyê bîne avakirina sîstemeke demokratîk e. Paşroja Sûriyê û ya gelê wê ji wê girîngtir e ka wê çi kes desthilatdar bin. Ka wê kî desthilatdar be jî di vê ji tercîha gel û îradeya wî re bê hiştin. Ji baweriya bi gel pêve rê û rêbazên ewle nînin.






