Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Konferansa Bexdayê

01/09/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nêzbûna Fransa û Elmanya?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Di 28’ê Tebaxê de, bi navê Konferansa Welatên Cîranên Iraqê, li Bexdayê civîneke balkêş hat lidarxistin.

Di vê konferansê de, hinek dewletên navbera wan nexweş jî hatin cem hev. Weke mînak Tirkiye û Misir, Îran û Siûdî û hwd. R.Erdogan, jibo Sîsî naçû, li şûna xwe Çavuşoglu şand.

Lê ya balkêş û baş nayê zanîn, armanca vê Konferansê ye!

Erê hatiye gotin ku dewletên cîran û ji bo hevkarî û aramiyê ye, ma rast e an na?

Di van rojên ku ev konferans pêk hat de, hinek bûyerên girîng çêbûn. Weke qeyrana Efxanistanê. Bi vê ve girêdayê, di meha dawî ya vê salê de, vekişîna leşkerên DYA ji Iraqê jî pirtir ket rojevê. Heman gotin ji bo Suriyê jî tê bihîstin û digel ku Suriye jî welatê cîran bû, nehat vexwendin!

Em bînin bîra xwe M.Kazimî, di 24’ê Tîrmehê de li Washingtonê bû. Piştî Kral Abdullahê Urdinê, rêberê Ereban yê duduyan M.Kazimî çûbû pîrozbayiya Biden. Hema piştî vegera ji DYA, çû Emmanê, civîna bilind ya Iraq, Urdun û Misrê çêkir!

M.Kazimî piştî vegerê, trafika lezgîn ya diplomasiyê meşand. Berî konferansê bi 5 rojan li Kuveytê got, “emê Iraqê bikin navanda têkiliyan (siyasi, aborî û hwd.).

Li aliyê din, weke çavdêr, Japonya jî vexwend vê Konferansê! Lê ya herî bal kişandî ser xwe beşdariya Macron bû. Piştî Bexdayê derbasî Hewlêr û Musilê jî bû. Gotineke watedar kiriye; “Eger DYA leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne û Bexda bixwaze Fransa dikare leşkerên xwe li Iraqê bihêle”! Jixwe weke dewleta mezin ji Ewropa ew tenê beşdar bûye. Ev beşdarî û ev gotin ne ji rêzê ne.

Mijara yekser bi doza Kurdistanê ve girêdayî, erîşa dewleta Tirkan ya li ser Şingalê ye. Berî Konferansê bi deh rojan; bi bombebarana balafiran di nava Şingalê de, ji rêveberê gelê me yê Êzîdî Seîd Hesen û brazayî wî endamê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd dixin! Roja piştî wê; di 17’ê Tebaxê de nexweşxaneya gundê Sikêniyê bombebaran dike 8 kesan şehîd dixe û 4 kesan jî birindar dike!

Di heman vê roja êrîşa Tirkan de, Mustefa Kazimî, xwedêgiravî diçe Şingalê û wê li gel rêveberiya Şingalê rûne û pirsgrêkên wan guftûgo bike. Berpirsiyarê koma rêveberên Şingalê yên ku wê pêşewaziya Kazimî bikiran û li gel wî rûniştibûna jî Seîd Hesen bû! Diyar dibe ku ev êrîşên qirker, dewama wê Peymana/Fermana 9 Cotmeha 2020an e!

Heta niha agahiyên derketine, ji vê Konferanasa Bexdayê, gotinên li ser van êrîşên qirker û dagîrkeriyên dewleta Tirkan tê de xuya nakin. Wisa diyar e ku ev mijar neketiye rojeva wan jî! Bi tenê dema Macron derbasî Mûsilê dibe, li kinîsê, nerazîbûn û hilwesta xwe li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Êzîdiyan-Şingalê diyar  dike.

Gelo konferanseke bi vê şêwazê bicive, ma mirov dikare hêviyeke xêrê ji bo gelê Kurdistanê jê bike? M.Kazimî yê ku yekser têkildarî wê bûyera Şingalê ye qet vê mijarê naxe rojeva civînê!

Herwiha ma ti hêviya aramiyê, dikare jê were kirin û li ser gotina wan; li dijî terora DAIŞ’ê jî ti hêvî dikare jê were kirin? Ma hêza sereke ya li dijî DAIŞ’ê şerê serkeftî dayî meşandin û dide meşandin kî ne gelo? Ma bi giştî ne Tevgera Azadiyê û bi taybetî QSD, YPG, YPJ, YBŞ,YJŞ û hwd. in? Ma ka di vê Konferansê de nûnerên wan hene yan berûvajî hinek neyarên wan hene?

Êdî yên ku ev Konferans ka bi çi armancê amade kirine, ma ne diyar e?

ShareTweetPin

Herî Dawî

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.