Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ŞOREŞ

31/08/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di bin çavdêriya Rûsya û DYA’yê de qadên dagirkeriyê berfireh dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Huner Dorşîn

Di wateya giştî de şoreş helweşandin û serûbinkirinê pênase dike.

Di dîroka pêkhatinên şoreşên cîhanê de, çalakiya helweşandinê bêhtir derketiye pêş.

Li gel vê di serkeftina van şoreşan de, li dewsa yê hatî helweşandin avakirina ku derketî pêş ne projeyek nû, destguhertina pergala heyî ango destguhertina desthilatiyê ye.

Digel ked û fedekariyên mezin, ev şoreş di gelek milan de kêm mane, heqiqeta civakî û dîrokî di nava yekbûnê de negirtine dest û bi demê re ji hevşibîna hêzên hember xelas nebûne.

Bêguman ev şoreşa bê gel bi ser neketine. Di derketin, pêşketin û serkeftinê de, pêşengên şoreşê ango şoreşgeran pêdiviya civakê bi şoreşê dîtine, rexistina şoreşgeran ava kirine, bername diyar kirine û bi rêxistinkirina gel ‘‘serkeftin’’ bi dest xistine.

Ji van şoreşa yên ku heta roja me xwe li ser lingan girtine û jibo hemwelatiyên xwe jiyanek di gelek milan de ji pergala kapîtalîst çêtir ava kirine hene, lê mixabin şoreşên ku rpxiyane û li pey xwe xerabeyên mezin hiştine jî hene. Dema mirov li şoreşên ku xwe li ser lingan girtine û yên ku roxiyane venêrîn dike, bi qasî helweşandinê girîngiya avakirinê li pêş çavên mirov xuya dibe.

Di sedsala 21’ê de, di pêşengiya PKK’ê de şoreşa Kurdistanê, wek nimûneya berbiçav şoreşa rojavayê Kurdistanê û projeya Neteweua Demokratîk bi gelek aliyên xwe ji şoreşên klasîk yên cîhanê vediqete. Jibo vê bi qasî ku ji dijmin, kedxwar, dagîrker, nijadperest, zayendperestan re dibe bersiv, ew qas ji bo dost, heval û hevrêyan jî dibe deriyakî nû. Eger em hinekê lê bikolin emê vê rastiyê pir eşkere li pêş xwe bibînin.

Şoreşa Rojava hê di destpêka xwe de bi yekîtiya şoreşgeran û gel dest bi xebata xwe kir. Gelê rojavayê Kurdistan’ê ji salên 80’î ve ji aliyê Rêber Apo ve hatibû perewerdekirin. Bi salan zarokên xwe tevlî tekoşînê kiribûn û bingehekî şoreşê ya her tim zindî di nava gelê Rojava de hebû. Ji bo vê cudabûneke wê ji şoreşên din heye ku şoreş, ji ser rehên xwe, ji bingeh ve bilind bû.

Bi qasî ku li hemberî dagîrker, nijadperest, olperest û zayendperestan tekoşîn kir û çalakiya holweşandinê pêk anî, pergala xwe ya siyasî, civakî, rêxistinî û parastina cewherî ava kir, pêş xist û mezin kir. Ya herî girîng di van merheleyên çalakiya helweşandinê û avakirinê de şoreşgeram û gel bi hev re xebat kirin. Dema ku li eniyên şer zarokên wan şer dikirin dayîk, bav, xwîşk û birayan xwarin ji bo wan amade dikirin, tax û gundên xwe diparastin, di karên çandinî û aborî de, di xebatên sazî û meclisan de cih digirtin, civîn çêdikirin di qadên jiyana civakî de rêxistinên xwe ava dikirin û mezin dikirin.

Xalekr herî girîng ew e ku dema ev dikirin, dethilatiyeke hilneweşandin û li ser xerabeyên sazîbûna wê desthilatiya xwe ava nekirin û pergala dewlet desthilatdar nepejirandin. Modêleke nû, pergaleke nû, fikrê Serok Apo yê Neteweya Demokratîk, Xweseriya demokratîk jiyanî kirin.

Di nav şert û mercên ku şerên netewperestî, olperestî û mezhebperestî, di asta herî bilind de dibin, ev şer bi awayekî herî giran li ser jin’ê tên meşandin, bi gel û baweriyên cuda re şoreşek kul i cîhanê jê re şoreşa jin’ê tê gotin ava kirin di gelek aliyan de cudabûna Şoreşa Rojava ji şoreşên din radixe ber çavan. Bêguman ev şoreş tenê bi vê sînordar nema, bandora xwe bi qasî ku li derdora xwe kir û bi netewên Ereb, Ermenî, Suryanî, Aşûrî, bi kêmnetew û baweriyên heremê re jiyanek hevbeş ava kir, ewqas bandora xwe li cîhanê kir û ji her aliyê cîhanê ji bo naskirin, parastin, pêşxistin, mezinkirina vê şoreşê kes, kom, fraksiyon û rêxistinan berê xwe dan şoreşa Rojava.

Kedeke mezin û pîroz hat dayîn, gelek ji van dostên şoreşa Rojava, şoreşgerên enternasyonel di parastina Rojava de Şehîd ketin û hindek bi tecrubeya ku li Rojava girtin vegeriyan welatê xwe xebatên xwe û dostaniya xwe li wir berdewam dikin. Vê karektereke zindî da şoreşê, teybetmendiyek ku di felsefa vê şoreşê de hebû bi vî awayî bi goşt û hestî, bi xwîn bû, zindî bû. Cudabûna şoreşa Rojava yek jî ew e ku yekîtiyek bi vî awayî ava kir. Yekîtiyek, netewbûnek bi xwîn û xwêdanê, bi kedê hatiye avakirin heye, ev bingehê herî bi hêze ji bo neteweya demokratik. Dayîk, bav, malbat, heval û hevrêyên dozdeh hezar Şehîd û ji wê bêhtir birîndarên ku ji çar aliyên Kurdistan’ê, ji gelên Ereb, Ermenî, Suryanî, Aşûrî, ji kêm netew û baweriyên cûda, ji gelek welatên cûda şoreşgerên enternasyonel heman êşê, êşa zarokên xwe, hevalên xwe, heskiriyê xwe jiyan dikin.

Mûcîzeyek din ya vê paradîgma vê şoreşê ew e ku dawî li tenêbûna gelê Kurd anî.

Berê gelê Kurd wek netew kêfxweşiyên xwe di asta tinebûnêde bûn, di nav tenêbûnek de êşên xwe jiyan dikirin. Bi şoreşa Netewa Demokratîkre di şexsê malbat, hevrê, heval û dostên dozdeh hezar Şehîd û birîndaran de, bi qasî ku di êşan de hevbeşiyek avabû, dîrokek hevbeş avabû, pêşerojek hevbeş avabû, rihekî hevbeş avabû. Netewa jor netewan re, bi ked, xwîn, xweydanek hevbeş avabû, îro em li hember heman tiştî hestiyar, li hember heman tiştî kêfxweş, li hember heman tiştî bi hêrs dibin, dîrokek me yê hevbeş, jibo pêşerojê xeyalên me, tekoşînek me yê hevbeş heye.

Îro jinên cîhanê jinê Kurd jibo xwe mînak digrin, wek pêşengên xwe dibînin.

Jina Kurd bi sekna xwe, bi îrada xwe, bi qehremantiya xwe bi asta xwe ya azadiyê, dawî li azadiya derewîn ya ku modernîteya kapîtalîst jibo jinê avakiribû anî. Çavên jinê cîhanê vekir, li dijî desthilatiya zilam, pêşengtiya netewbûna jinên cîhanê dike. Cudabûna şoreşa Rojava ji şoreşên din û bingehê xwe yê serkeftinê ev in, jibo vê li hember her cûre êrîşên leşgerî, birdozî, rêxistînî, aborî û şerên teybet têk naçe, xurt dibe û bandora xwe li gelên cîhanê dike.

Ev netewbûnek jor netewan re NETEWA DEMOKRATÎK’e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.