Sîpan Şînda
Di vê quncikê de gelek caran hûn nivîsên derbarê kurdî û rewşa Kurdan ya derbarê zimanê kurdî de ketînê dixwînin. Kul û derdê me hamûyan kurdî ye û bi taybetî ji rewşa Kurdên li bakurê Kurdistanê dijîn ketînê tê de ye. Lewra li Bakur kurdî ketiye xetereke mezin de û pergal bi her awayî bi ser kurdî û kurdîaxêvan de diçe. Çi kuna ku kurdî tê de tê axaftin ew bi tevayiya alavên pergalê êriş dikin û kurdîaxêvan çavtirsandî dikin. Dîsa di van rojên dawî de ji ber ku di kanaleke televizyona tirkî de bi awayekî bêrêz gotina mêvana bi kurdî axivî qut kir û heqaret li kurdî û Kurdan kir. Ev di medya civakî de bû rojev.
Ya rast ev yek hingî di binhişiya wan de ketiye ser hev û stûr bûye êdî hew dikarin xwe bigirin û bi awayekî eşkere didin der. Her çenda ew serdev tiştekî din dibêjin, lêbelê ev rastiya di dilê wan de derdikeve. Ji aliyekî ve jî ev tiştekî baş e. Dibe ku hinek Kurd bi xwe bihesin. Lê min ne bawer e. Jixwe êdî pergal û faşîst derbarê Kurdan û kurdî de hewce nabînin ku ti tiştî bi dizî yan ji bin ve bin ve bikin. Ew êdî her tiştî bi awayekî eşkere dikin. Kurdên bi kurdî diaxivin wan lînç dikin, wan dikujin. Bi ser malên wan de digirin. Derdikevin kolanan nasnameyan kontrol dikin û yên Kurd bin li wan didin. Derdikevin nêçîra Kurdan û dibêjin ji welatê me derkevin. Her roj qira Kurdan tînin, lê mixabin Kurd hê jî li xwe nahesin. Hê ji Kurdan li Bakur û herwiha li Ewropa zimanê tirkî kirine parçeyek yê jiyana xwe ya rojane û nikarin bê tirkî debara xwe bikin. Heta nikarin bêhna xwe hildin bistînin. Ew Kurdî layîqî devê xwe nabînin! Tevî evqas heqaretên mezin jî pozê wan Kurdan naşewite û nabêjin deka îca bes e. Dijberî vê, ew her roj terka kurdî dikin û li zimanê qatilê zimanê xwe xwedî derdikevin. Dema zarokek yê Tirkan jî bêje Kurd hene, Kurd dibin heyranê wan û di medya civakî de wan dikin qehreman. Yan jî dema nivîskarekî Tirk bêje Kurd hene, ew di medya civakî de dibe rojev. Lê mixabin ew Kurdên hinde keyfa wan ji van gotinan re tê, li zimanê xwe xwedî dernakevin.
Piştî lêkolîneke li ser Internetê ya sala 2019an hatî kirin, derket holê ku di cîhanê de kurdî zimanê herî dewlemend yê nehan e. Min li ser vê yekê 24ê Tebaxa 2019 an nivîsek di vê quncikê de nivîsîbû. Belê eger Kurd li kurdî xwedî derketibûna û dewleteke Kurdan hebûya û ew weke zimanê neteweyî bibûya zimanê perwerdeyê û birêkûpêk bûya, ez bawer dikim wê kurdî biketa nava 6 zimanên ewil. Lê mixabin kurdî ji vê bêpar e. Dîsa jî dewlemendiya kurdî bêguman e. Erê kurdî zimanê nehan e, lê gelo Kurd di nava neteweyên cîhanê de di rêza çendan de ne? Weke em hemû jî dizanin, Kurd di nava neteweyan de nînin. Wan heta niha jî nikariye netewebûna xwe pêk bînin, dewleta xwe ava bikin û cihê xwe di nava neteweyan de bi awayekî fermî bigirin. Îro 193 endamên Neteweyên Yekbûyî hene, lê mixabin Kurd di navê de nînin. Em wek netewe herî qelebalix ya bêdewlet di dinyayê de tên naskirin. Yan jî neteweya herî bêserî û xwelîser. Belê Kurdan hebûna kurdî isbat kiriye, gelo ka wê Kurd kengê hebûna xwe isbat bikin?






