Di warê wêjeya Kurdî de di van salên dawîn de xebatên hêja pêk tên. Berhemên giranbiha têne weşandin. Di aliyekî de roman, helbest yan çîrok tên weşandin, di aliyê din de li ser wêjeyê jî kedeke darîçav heye. Li ser vê xebatê di rojên pêş me de dirawestim. Mijara me ya îro ewê bibe “wêjeya Kurdî li Bruksel” ku di Nîsana 2008 de pêk hat. Bi alîkariya Wezareta Kultûrê ya Flaman, kû wê demê Bert Anciaux wezîr bû, Enstituya Kurdî ya Brukselê, saziya Het Beschrijf û kovara wêjeya hemdemî Deusexmachine bi amanca nasandina pirsgirêka Kurdî bi rêya wêjeyê çalakiyeke du hefteyî hate amadekirin. Bi gelek dijwarî û pirsgirêkên ku ji aliyê dewletên dagîrker xistin pêş nivîsakarên vexwendî, ev çalakiya wêjeyî pêk hat. Ji 22 nivîskarên ku hatibûn vexwendin 8 dikarîn werin. Û tev çend nivîskar û rojnamevanên Flaman rojeva xwe domandin.Nivîskarên hêja Konê Reş, Helîm Yusuf, Hêvî Berwarî, Hesen Silêvanî, Xeyrî Bozanî, Îbrahîm Selman, Şahînê Bekirê Soreklî û çend navên din beşdar bûn. Şahînê Bekirê Soreklî wek mêhvanê Enstituya Kurdî li Brukselê û saziya het Beschrijf mehekê mêhvanê nivîsê ma û çend hefte paşê jî Firat Cewerî bû mêhvanê nivîsê. Şahînê Bekirê Soreklî romanek di destê xwe de li vira qedandibû. Di dema koma nivîskarên Kurd li vir bûn û berhemên xwe didan nasandin elaqeteke mezin ji bo wêjeya Kurdî hebû. Şeva taybetî ku ji aliyê peyamnêra bi nav û deng ya Radio-Televîzyano Flamanî Annelies Beckx hate meşandin gelek kes beşdar bûn û raste rê bi nivîskarên Kurd re dan û stendin. Sohbeta wan pirralî bû. Li ser ziman, li ser wêjeyê, li ser dîrokê, li ser pirsgirêka dagîrkeriyê û tesîra van mijaran di wêjeya Kudî de hat axaftin.Di heman demê de jî kovara Deusexmachina hejmareke taybetî (nr 124, 2008) bi wergerên berhemên Kurdî û şeş nivîsên nivîskarên Flaman weşandibû. Di wê hejmarê de helbestên Konê Reş, Şeyhmus Dagtekin, Ferhat Pîrbal, çîrokên Ibrahîm Selman, Hasan Kaya, Helîm Yusuf, Şahînê Bekirê Soreklî û Firat Cewerî bi wêneyên xweş yên hunermend Nick Hannes ji Kurdistan hatibû weşandin. Heta niha jî kesên ku li wê hejmara taybetî dipirsin hene.Di roja dawî de wezîrê kultûrê Bert Anciaux nivîskarên Kurd vexwendin wezaretê û bixêrhatina wan kir. Li ser pêşniyara wî nameyek ji bo Komîserê Çandê yê Ewropa re hat amadekirin û hem nivîskaran hem wezîr îmze kir. Di namê de hêvî û daxwaza piştgiriya mafên kultûrî, ziman û wêje ji bo Kurdan dihat kirin. Ev daxwaz bi taybetî ji hikûmeta Turkiyê dihat kirin. Name hat şandin, lê mixabin bersiv qet nehat. Di roja îro de jî derfetên pêkanîna çalakiyên weha hene. Ev çalakî girîng in û divê pêkwerin. Têkoşîna ku Kurd ji bo jiyaneke bi rûmet bijîn ne bes di aliyê siyasî de ye. Ne jî bes di têkoşîna çekdarî de ye. Bila kes nefikire ku xebata siyasî û têkoşîna çekdarî bê fêde ne. Bêyî xebata siyasî emê negihin ti cî. Û bêyî têkoşîna çekdarî jî kesek hesab ji me nake û emê nebin xwedî qirşikek hişk. Hêza me ya çekdar temîna (garantî) pêşeroja me ye. Şervanên me rûmeta me ne.Lê em ji bîr nekin ku xebat û jiyana bi zimanê Kurdî, xwedîlêderketina kultûr, orf û adedan, sitran û muzîkê, huner û nirxên xwe pêdiviyek e. Bêyî van jî ti wateya siyasî û çekdarî namîne. Her xebateke di çarçeweya neteweyî de xwedî girîngiyeke taybet e.
Derwêş M. FERHO