Rojnameya Ronahî

Li gundewarê Reqa 34 çete hatin girtin

QSD’ê li gundewarê rojhilatê Reqa operasyoneke lêgerîn û paqijkirinê li dar xist. Di encamê de 34 çeteyên DAIŞê û hevkarên wê hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî operasyona paqijkirinê ya li gundewarê rojavayê Reqa daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Di çarçoveya çalakiyên têkoşîna li dijî terorê û çeteyên terorîst yên girêdayî rêxistina DAIŞ’ê de, Hêzên Sûriya Demorkatîk bi piştgiriya Yekîneyên Parastina Jinan, sibeha Çarşemê operasyoneke berfireh ya lêgerîn û serdegirtinê li gundewearê rojavayê bajarê Reqa pêk anîn û şaneyên DAIŞê û hevkarên wê kirin hedef.

Operasyon li ser agahiyên istixbatarî yên zelal yên têkildarî ketina endamên terorîst kampên bêserûber yên Reqa hat ragihandin û piştî ku hin kesên li kampê xebata wan hêsan dikirin û desteka lojîstîk pêşkêşî wan dikirin.

Hêzên me li kampên li aliyê riya ber bi bajarê Reqa ve operasyoneke lêgerîn û paqijkirinê pêk anîn. Di encam de şaneyeke terorîst ji 4 kesan zeft kirin. Herwiha 30 hevkarên wê girtin ku desteka lojîstîk û cih didan endamên şaneyê û miqdarke çek, cebilxane û cilên leşkerî yên li gel şaneya terorîst desteser kirin.

Hêzên me teqez dikin ku wê operasyonên li dijî şaneyên terorîst li bajarê Reqa û gundewarê wê bidomînin û navendên terorîst, bi taybetî yên ku hewl didin rewşa mirovî ya koçberên li kampê bi kar bînin û fikirê terorê lê belav bikin tine bikin.”

ANHA