Rojnameya Ronahî

Zîvroneka Navkurê bûye cihê bêhnvedana gel

Dilîn EHMED-Qamişlo
Piştî kar û xebata rojê, ji bo bêhnvedanê xelkê Qamişlo li zîvroneka ku hê sazkirina wê neqediyaye, şevbêrkên li dar dixin. Narîman Hesen diyar kir ku, her roj tên vî ciyî û bi kêfxweşî saetên xwe derbas dikin.
Xelkê Qamişlo dibêjin, ti havîn weke vê havînê, germ nehatiye. Ji ber germê gelek kes nexweş ketin û gelek ji wan jî neçar man jeneratoran bi bihayekî giran bikirin. Herwiha ev bû sedem ku, xelkê bajêr ji bo bêhnvedana piştî kar li zîvroneka nêzî Hola Rewabî ye li taxa Hilêliyê ku hû sazkirina wê neqediyaye, şevbêrka xwe li ber bayê honik, biborînin.
Ev zîvronek ku hê nav jî lê nehatiye kirin, (lê hin dibêjin Navkurê) di navbera Hîmo û bajarê Qamişlo de ye. Xelkê wê her roj ji 19:30 an dest bi komkirina di hundir û derdora zîvronekê dikin. Şêniyên bajêr bi xwarin, vexwerin û lîstokên zarokên xwe, cihê xwe amade dikin. Hin ji wan bi vexwerina çayê hin jê bi xwarin û gelek ji wan bi lîstika kaxezan (Qelemaç) şevbêrka xwe dikin.
Ji bo girtina nerînên gel û çûna wan ya vê deverê, rojmaneya me li wî ciyî hazir bû.