Rojnameya Ronahî

Nijadperestiya tirkş  ji olperestiya DAIŞ’ê jî bixetertir e

Gulîstan Xalid

Em dizanin ku bi Peymana Lozanê ya 24ê Tîrmeha 1923yan re Kurdistan bû çar parçe û her parçe ket binê dagîrkeriya dewleteke Rojhilata Navî. Ev dewlet jî kareketerên wan her çendî hinekê ji hev cuda bin jî, sîstemên wan xwe li ser bingehê yek neteweyê saz kirine. Ya din vê peymanê her çiqas erdîngariya Kurdistanê yekser parçe kiribe jî, bandoreke neyînî li tevayiya gelên Rojhilata Navî jî kiriye. Lewra li ti welatî gelek bi serê xwe najî. Li kîjan welatî desthilatdara nijadî ya kê be, ew bingeh e. Dema dewlet li gorî vê siyasetê tên sazkirin dibin sedema krîzên civakî. Ji ber ku ev siyaset dijberiya nava gelan jî pêş dixe, di hin kesan yan beşan de jî dibe hişmendiya nijadperestiyê.

Nijadperestî gotineke ku sedsala 20’an bi jenosîda Cihûyan ya ji aliyê Naziyan ve hatî kirin ketiye rojeva mirovayiyê. Çenda ev di kesayeta Hîtler û Naziyan de hatiye naskirin, di roja me ya îro de Hîtlerên kambaxtir û Naziyên bixetertir derdikevin.

Ti nijadperestî mîna nijadperestiya tirkî bixetertir nîne. Di nijadperestiya tirkî tê de her cureyê perestiyê  heye. Hem zayendperestî, hem miletperstî. Ferastetanijadperestiya Tirkan di sloganeke wan de pir eşkere dibe; “Xwesî bi wî kesê dibêje ez Tirk im.” Ango li gorî vê ferasetê di siyaseta rojane ya di hundirê dewleta tirkî de jî mirov dibîne ku nêzîkatiyên ji gelên din re pêş dikevin li gorî vê hişmendiyê ne. Ango yê ne Tirk be bêşans e, yê ne Tirk be bêqîmet e û her nêzîkatiyeke ku wan bênirx bike, heta kuştinê jî heq dike. Yê ne Tirk be çi mezin çi piçûk bi gefa nijadperestiya tirkî re rûbirû ye. Yan heqaret, yan lêdan yan  jî tehdîd û kuştin e. Vêca dema ku ev Kurd bin ya ku destpêkê tê bîra wan kuştin e. Li gorî nijadperestiya tirkî kuştina Kurdan rewa ye.

DAIŞ; çawa ku ji çeteyên xwe re kuştina kesên ne misilman ku jê re dibêjin kafir weke riya çûna cenetê didine nîşandan, nijadperestên Tirk jî ji bo çeteyên xwe kuştina Kurdan weke riya xelasiya Tirkan didin nîşandan. Weke amûrê parastina dewletê û sîstema ku xwe li ser esasê tinebûna Kurdan saz kiriye didin nîşandan. Hişê mirovan bi vê ferasetê didin şûştin û bi wan didin bawerkirin. Ji ber wê îro ti cudayî di navbera DAIŞê û nijadperestiya Tirkan de nîne. Heta nijadperestiya Tirkan ji olperestiya DAIŞê bixetertir e. Komkujiyên li bakurê kurdistanê li hemberî kurdan û herî dawî ya malbata li Konyayê, di aliyê feraset û rêbaz de jî careke din rastiya nijadperestiya tirkî û xetera wê radixe ber çavan.