Ji dema rizgarkirina bajarê Minbicê ve ji çeteyên DAIŞ`ê ya berî 5 salan, ji ber êrişên rojane yên artêşa Tirkan ya dagîrker û çeteyên wê li dijî gundên Minbicê yên nêzî herêmên dagşrkirî, 30 sivîl şehîd bûne.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya 5 salan ya êriş û topbarana artêşa Tirkan ya dagşrker û çeteyên wê li dijî gundên rojava û bakurê Minbicê, belav kir.
Bîlançoya êrişan hemwextî salvegera 5an ya rizgarkirina Minbicê tê weşandin. Welatiyên bajarê Minbicê salvegera rizgarkirina bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ`ê di Tebaxa 2016`an de bi destê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), pîroz kirin.
Li gorî bîlançoyê, “Artêşa Tirkan ya dagîrker ji baregehên xwe yên li herêma “bêçek” ya li ser xeta Sacûrê û rojavayê Minbicê, 835 caran êriş pêk anîne.
Herwiha balafirên şer 4 êriş , balafirên keşfê jî 3 caran li eniya El-Erîme êriş pêk anîne û di encamê de sivîl birîndar bûne.”
Li gorî agahiyên Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê dayîn, “Gundên sivîlan rojane rastî topbaranê tên. Bi vê yekê jiyana sivîlan, sewalan dikeve xeterê, mal tên roxandin û zirar digihe erdên çandiniyê. Li gorî raporê, 2900 topên ji her cureyê çekan li herêmê ketine.
273 caran gundên sivîlan bi 115 topan bûne hedef. Ev rewş li gel bêdengiya navneteweyî dewam dike.
Herwiha 30 sivîlan û di nav de jin û zarok jiyana xwe ji dest daye û 67 kesên din birîndar bûne. Hinek ji wan astengdar bûne hinek jî bi pirsgirkên derûnî re rûbirû dimînin. Herwiha li gorî raporê, dibistanek û mizgeftek li gundê Um Edesê yê bakurê Minbicê, hatine roxandin.”
ANHA